Buhabûna parçeyên pîşeyî metirsiya pîşekaran zêde dike

Pîşekarî li bajarê Reqa piştî çandiniyê jêdera welatiyan a wergirtina debarê ye. Pîşekar û dikandar li bajêr rastî astengiyan tên. Yek ji van astengiyan buhabûna parçeyên pîşeyî û bilindbûna heqê çêkirin û sererastkirinê ye.

Buhabûna parçeyên pîşeyî metirsiya pîşekaran zêde dike
Buhabûna parçeyên pîşeyî metirsiya pîşekaran zêde dike
Buhabûna parçeyên pîşeyî metirsiya pîşekaran zêde dike
22 îlon, 2018   08:38

XALID EL-CUMA / REQA

Bi hezaran dikanên pîşeyî li bajarê Reqa û gundewarên wê hene. Pîşekarî piştî çandiniyê jêdera sereke ya debara welatiyan e. Lê li rex buhabûna parçeyên pîşeyî, pîşekarî li Reqayê bi paş ve diçe, nemaze hin welatiyên herêmê nikarin parçeyên siware û traktorên xwe bikirin û nikarin alavên û sererast bikin.

Pîşekarî derfeta kar ji hezaran welatiyên herêmê re peyda dike. Lê ji ber rewşa buhabûnê welatiyên di pîşekariyê de dixebitin rastî gelek astengiyan tên.

Pîşekarî li Reqayê

Devera pîşeyî li bajarê Reqayê di sala 1945'an de li rex çerxerêya El-Sahe hatiye avakirin û 22 salan li vê deverê dom kir. Piştre devera pîşeyî ber bi taxa El-Şihêb ve di sala 1967'an de  hate veguhastin û piştî çar salan pîşekarî di bajêr de gelekî bi pêş ket û di slaa 1972'yan de devera pîşeyî li rojhilatê bajarê Reqa hate avakirin.

Der barê astengiyên rastî pîşekaran tên de dikandarê dozana siwareyan li devera pîşeyî ya bajarê Reqayê Farûq Îbrahîm wiha got: "Buhabûna parçeyên pîşeyî bandoreke neyînî li karê me kiriye û gelek welatî nikarin siware û alavên xwe sererast bikin. Em debara xwe ji çêkirin û sererastkirina alavên pîşeyî û siwareyan werdigirin. Lê îsal ji ber gelek sedemên wekî têkçûna hilberîna çandiniyê û buhabûna parçeyên pîşeyî welatî nikarin deynên xwe bidin."

Îbrahîm bang li aliyên têkildar kir ku baca li ser derbaskirina parçeyên pîşeyî kêm bikin da ku buhayê van perçeyan jî kêm bibe û rewşa pîşeyî û bazirganî li Reqayê baş bibe, nemaze pîşekarî li Reqayê girêdayî aliyê çandiniyê ye.

ANHA