‘Destûra bi destê gelê Sûriyeyê neyê xêzkirin dê bê encam be’

Îlham Umer têkildarî hewldanên avakirina komîteyeke destûrî û danîna destûreke nû ji bo Sûriyeyê anî ziman ku destûra ku ne bi destê gelê Sûriyeyê were danîn, wan eleqedar nake.

‘Destûra bi destê gelê Sûriyeyê neyê xêzkirin dê bê encam be’
22 îlon, 2018   05:02

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Endama Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Umer têkildarî hewldanên danîna destûra nû ji bo Sûriyeyê ji aliyê "Koma Biçûk" ve ji ajansa me re axivî.

Îlham Umer diyar kir ku destûra ku ji aliyê gelê Sûriyeyê ve neyê danîn, dê bê fêde be û wiha anî ziman: "Yên ku destûra nû xêz dikin yek ji wan ne ji Sûriyeyê ye û ne li ser xaka wê ne û çareserkirina aloziya Sûriyeyê wan eleqedar nake."

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Steffan De Mistura hewl dide komîtyekê ava bike da ku destûreke nû ji bo Sûriyeyê çêkin. Lê hewldanên wî heya niha negihaştine tu encamê, ji ber nakokiyên aliyên ku dest li Sûriyeyê werdidin, bi taybet Tirkiyeyê ku dixwaze para xwe di Sûriyeyê de hebe.

Nûnerê taybet ji bo Sûriyeyê De Mistura bi armanca danîna destûreke nû ji bo Sûriyeyê civînan bi navdewletî bi "Koma Xebatê ya Biçûk" re ku ji Amerîka, Fransa, Brîtanya, Erebistana Siûdî, Misr, Urdun û Almanyayê re li dar dixe.

Îlham Umer li ser mijarê wiha got: "Em dibînîn ku aliyên rasteqîn ên li Sûriyeye (QSD) ku gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û xetereya terorê li ser tevahî cîhanê dûr bir, tê paşguhkirin. Ji bo danîna destûra nû em nehatine vexwendin, lê nêrîna komên muxalîf ên ne li ser erdê yan jî yên ku bûne sedema aloziya Sûriyeyê têne girtin, lê nêrîna hêzên aktîf ên li ser erdê têne paşguhkirin."

Rayedara MSD‘ê bal kişand ser helwesta MSD‘ê ya der bare destûra nû de û wiha dom da axaftina xwe: "Wek Meclisa Sûriyeya Demokratîk em dibînin ku destûrên ku aliyên rasteqîn ên Sûriyeyê di forma wê de nayên beşdarkirin, tu fêdeya wê tune ye."

Îlham diyar kir ku dewletên herêmî naxwazin aloziya Sûriyeyê çareser bibe, danûstandinên Astana, Soçî û Cinêvê û wekî din, alozî kûrtir kir, ji ber ku gelê Sûriyeyê nayê beşdarkirin, armancên van civînan dabeşkirina Sûriyeyê ye.

Endama Desteya Serokatiyê ya MSD‘ê Îlham Umer di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Destûr ku ne bi destê gelê Sûriyeyê were amadekirin, me temsîl nake, pêwîst e hemû aliyên Sûriyeyê beşdarî formata destûrê bibin."

(bb)

ANHA