Zivistan rewşa kampên koçberan aloztir dike

Kampa koçberan a li Minbicê ji ber derfetên kêm bi gelek zehmetiyan re ru bi ruye. Bi taybet bi nêzîkbûyîna zivistanê û bi cihneanîna pêwîstiyên jiyanî yên sereke re ev zehmetî zêdetir bune.

Zivistan rewşa kampên koçberan aloztir dike
Zivistan rewşa kampên koçberan aloztir dike
Zivistan rewşa kampên koçberan aloztir dike
Zivistan rewşa kampên koçberan aloztir dike
22 îlon, 2018   05:57

CIWAN EHMED – ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Nêzî du salan in ku Kampa Koçberan a Minbicê ku hatiye vekirin, di kampê de  bi hezaran koçber ên ji herêmên cuda yên ji Sûriyeyê li vir bi cih bune. Rêveberiya kampê li gorî derfetên xwe her cûre alîkariyan pêşkêşî koçberan dike.

Kampa ku li başûr rojhilatê bajarê Minbicê ye ji du beşan pêk tê. Beşa yekem ku ji 340 çadiran pêk tê di derdora 2 hezar û 150 koçber dimînin. Ji van koçberan jî 300 zarokên ku emrê wan kêmî du salî ne.

Beşê duyemîn jî ji 445 çadiran pêk tê. 3 hezar û 500 koçber jî li vir bi cih bûne. Di vê beşê de jî 700 zarokên ku temenê wan kêmî du salî ne hene. Piraniya koçberên li vê beşî ji herêmên Meskena û Dêr Hafir ên di serweriya rêjîmê de ne.

Piştî rizgarkirina herêmên Tebqa, Reqa û gundewarên Dêrazor ji aliyê QSD‘ê ji çeteyên DAIŞ‘ê bi hezaran koçber vegeriyên cihê xwe.

Rêxistinên navdewletî erka xwe bi cih naynin

Rêvebera Kampa Minbic Şerqî Îmam Mustefa dibêje: "Derfetên me pir kêmin. Rexmî vê jî em alîkariyan pêşkêş dikin. Rêxistinên navdewletî erka xwe ya pêşkêşkirina alîkariyê bi cih naynin. Gelek caran me banga alîkariyê kir, lê hemû bi sozan ve sînordar man. Tenê du rêxistin hene baş alîkariyan dişînin."

Îmam Mustefa tekez kir ku, derfetên kar ji bo koçberan peyda kirine û her wiha bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kir ku alîkariyên pêwîst ji koçberan re bişînin.

Di kampê de bi hezaran zarok hene

Mistefa derbarê mijarê de wiha axifî: “Nemaze dema ku zivistan nêzîk buye hewcedariya koçberan bi alîkariyê zêde çêdibe.” Mustafa bal kişand ser zehmetiyên ku zarok dikişînin û wiha berdewam kir: “Bi taybet pêwistiya zarokan bi cil, şîr û dermanan heye. Li kampê nêzî hezar zarokî hene û temenên wan jî kêmî du salî ne. Li aliyekî din jî çadir ji ber germa havînê riziyane, pêdivî bi çadirên nû hene da ku koçberan ji serma zivistanî biparêze."

Koçbera bi navê Sîham El-Hecî ya ji herêma Meskenayê dibêje: "Çadir rizyane, êdî bi kêr nayên, çend car me pîne kir û dirût, lê ji ber germa zêde dîsa di qetin."

Ehmed El-Abdullah jî ji bajarê Meskenayê ye û li kampê dimîne wiha dibêje: "Zivistan nêzîk bûye û rewş jî zehmet dibe. Destpêkê ji bo me çadir pêwîst in. Ji ber ku çadirên me kevinin nema bi kêr têni. Wekî din jî cilên zivistanê lazimin. Bi taybet ji pêwîstiya zarokan bi cilên zarokan hene ku wan ji nexweşiyan biparêze."

(bb)

ANHA