‘PDK bê AKP tu gavan navêje’

Hevserokê Tevgera Azadî Muhemed Ebdulah got, PDK‘ê di bin siya polîtikaya dewleta Tirk a dagirker de tev digere, ti pêngava bê siyaseta Tirkiyê/hukumeta AKP naveje.

‘PDK bê AKP tu gavan navêje’
22 îlon, 2018   04:20

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Başûrê Kurdistan didome. Her wiha li dijî êrîşan bêdengiya cîhanê jî xwe berdewam e.

Der barî êrîşan dewleta Tirk a dagirker û hilbijartinên Başûrê Kurdistan de Hevserokê Tevgera Azadî Muhemed Ebdulah ji ajansa me re axivî û got: “Tirkiyê ji PDK‘ê hêz digre, PDK‘ê jî ketiye himbêza dewleta Tirkiyê û PDK‘ê di nav barargehên xwe de alîkarî û piştgirî dide lêşkerên Tirkiyê.”

Ebdulah di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dîroka dagirkeriye li ser axa Kurdistanê ne dîrokek nû ye û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk a dagirker dijminatiya gelê Kurd bi awayekî sîstematîk dide meşandin. Li her cihê Kurdistanê de gelê Kurd hedef digire. Naxwazin ku gelê Kurd bi statû û azadiya xwe tev bigere û xwe birexistin bike.”

‘Dewleta Tirk bi riya PDK dagirkeriyê li Başûr pêş dixe’

Ebdulah da zanîn ku di herema Başûrê Kurdistan de valahiya siyasî heye û Tirkiyê ji we valahiyê sûd werdigre. Ebdullah wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker naxwaze ku gelê Kurd di Başûrê Kurdistan de bibe xwedî deskeftî. Dewleta Tirk a dagirker bi riya PDK dagirkeriya xwe pêş dixe. Dewleta Tirk bi hevkariya hêzên PDK û bi piştgiriya hêzên dewletên navnetewî leşkerên xwe di Başûrê Kurdistanê de zêde dike. Dewletên navnetewî jib o berjewendiyên xwe li dijî êrîşên deweleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistan bêdeng dimenin.”

‘PDK piştgirya Tirkiyê dike’

Ebdulah anî ziman ku êrîşên li Başûrê Kurdistanê êrîşên li ser hemû kurdan û Kurdistanê ye û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker li her çar parçeyên Kurdistanê kurdan hedef digre. Hêzên dewleta Tirkiyê gelek cihên Başûrê Kurdistanê dagirkirine. Mintiqa Bamernî, Amediyê, Şeladizê, Kanîmasî, Bêtofa, Zaxo, Bradost û di nav gelek barargehên PDK de jî hêzên dewleta Tirk a dagiker bi cîh bûne. PDK di nav barargehên xwe de alîkarî û piştgirî dide lêşkerên Tirkiyê.

Dewletên dagirker bi teybet li ser armanca birakûjî dixwazin Kurdistanê bir parçekirin û  dagirkiriyê bê îradê bikin. PDK Başûrê Kurdistanê dike qurbaniya dewleta Tirk. Li Başûrê Kurdistan PDK bi awayekî vekirî şerê kurdan dike. Tirkiyê ji PDK hêz digre, PDK jî ketiye himbêza dewleta Tirk.”

‘Tirkiyê zextên xwe li ser saziyên Başûr jî dike’

Ebdulah di berdewamiya axaftina xwe de got ku dewleta Tirk a dagirker saziyên Başûrê Kurdistan kirine bin kontrola xwe û got: “Di heman demê de dewleta Tirk komîsyona hilbijartinê jî kiriye bin kontrola xwe. Ew jî xeteriyek mezin nîşan dide û diyare ku wê herî zêde jî di hilbijartinan gendelî were kirin.”

‘Dixwazin li başur hêzek e anti demokratik avabikin’

Ebdulah got: “PDK di tevlêbûna hilbijartina de rê li Tevgera Azadî girt, her wiha li ser xwesteka dewleta Tirkiyê nahelin ku Tevgera Azadî di hilbijartinan de cîh bigre. PDK bi zanebûn dixwaze pêşketinên Tevgera Azadî bigre. Her wiha PDK di bin siya polîtikaya dewleta Tirk a dagirker de tev digere û nikare tu gavî bêsiyaseta Tirkiyê/hukumeta AKP baveje. Tirkiyê jî dixwaze li Başûrê Kurdistanê hêzêk antî-demokratîk û dijbikurd bi rêve bibe. Di berxwedan û têkoşîna me de wê projêyên dewleta Tirkiyê têk here.

PDK dizane ku heger em wekî Tevgera Azadî di parlementoya Iraqê de cîh bigrin,  wê polîtkayên ku alikariyê dide dewletên dijmin û taybet ên alîkarî didin Tirkiyê, ku ji bo dagirkirina axa Başrûrê Kurdistan dikin, wê têk biçin. Hilbijartinên Başûrê Kurdistanê pêşarojek baş diyar nake. Ji ber ku parçebûna partiyan û destwerdana dewletên dagirker, krîzek aborî û gendelî li Başûrê Kurdistan zêde bûye.”

‘Hevpeymanek veşartî di navbera Tirkiyê û Iraqê de heye’

Ebdullah destnîşankir ku hevpeymanek veşartî di navbera dewleta Tirkiyê û Iraq’ê de li ser êrîşên Başûrê Kurdistan heye û got: “Ji bedengiya hukumet û parlementoya Iraqê ya li hember dagirkeriya Tirkiyê diyar dibe ku hevpeymanek di navbera Tirkiyê û hukumeta Iraqê de heye.  Dewleta Iraqê wê hevpeymanê ji bo rewşa siyasî ya ku Iraq tê de derbas dibe vedişerê. Ew hevpeyman alîkarî dide êrîşên dewleta Tirk a dagirker.”

‘Lidarxistina Kongreya Netewî wê bersivdayîna êrîşan be’

Mihemmed Ebdulah dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya lidarxistina Kongreya Netewî û wiha pê da çû: “Ger ku kongreya netewî bê li darxistin wê bibe bersiva herî guncav li hemberî erîşên dewleta Tirk a dagirker. Her wiha heger Kongreyek Netewî hatiba lidarxistin ew êrîşên hovanê nedihat kirin. Yekîtiya gelê Kurd di kongreyê de wê li dijî hemû êrîşên Kurdistanê de bisekine.”

ANHA