ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.09.2018
22 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Gelê navçeya Til Temir a kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û piştgiriya Berxwedana Serdemê meşekê li dar dixe. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Kongreya Damezrîner a Yekitiya Mamosteya a Reqayê li dar dixe. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endama Meclisa Serokatî ya MSD‘ê Îlham Umer têkildarî hewldanên avakirina komîteyeke destûrî û dayîna destûreke nû ji bo Sûriyeyê anî ziman ku destûra ku ne bi destê gelê Sûriyeyê were dayîn wan eleqedar nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Tevgera Azadî Muhemed Ebdulah got: “PDK di bin siya polîtikaya dewleta Tirk a dagirker de tev digere, ti pêngava bê siyaseta Tirkiyê/hukumeta AKP naveje." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Êzidî li hember her êrîşên qirkirin, komkujî û hewldanên tunekirina civaka Êzidî serî netewand û di parastina çand û nirxên civakê de roleke mezin nîşan dan.

- Jinên taxa Şêxmeqsûd destnîşan kirin ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên der heqê jinan de, asta bê exlaqiya wan nîşan dide û tekez kirin ku Tirkiyê û çeteyên wê ji jina rêxistinkirî û azad ditirsin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêvebera Kongreya Star Emîna Dengelî destnîşan kir ku bingeha kar û xebata wan parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: "Ocalan riya azadiyê nîşanî jinan kiriye."

ÇAND Û HUNER

Şêniyên Efrînê tekez kirin ku berxwedan rêka tekane ye ya ber bi rizgarkirina Efrînê û vegera li xakê ve ye û anîn ziman ku ew ê bi çalakiyên xwe yên hunerî mîraseya çandî ya Efrîna rast ji dagirkeran biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê dewreyên perwerdeyê yên sazê ji zarok û ciwanan re vedike.

CIVAK Û JIYAN

-Kampa Minbic yek ji kampên ku bi hezaran koçberên ji deverên cuda yên Sûriyeyê hembêz kiriye, rexmî ewlebûna xwe, lê di aliyê kêmderfetan de azaran dikişîne, nemaze ku zivistan nêzîk û alîkariyên pêwîst e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbata Xalid Neşmî ku debara xwe li ser xwedîkirina pez bi cih tînin, di nava salê de li gelek herêmên başûr û bakurê Cizîrê digerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêvebera Komîteya Perwerdeya Civaka Demokrtîk a Efrînê Alya Ebdo diyar kir ku tomakirina navên xwendekarên seretayê yên Efrînê li Şehbayê dest pê kiriye û tekez kir ku dibistan dê 23‘ê Îlonê vebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA