‘Em şopdarên xeta Ocalan in‘

Yekitiya Ciwanên Rojava bi civînekê rola ciwanan di şoreşê de şîrove kir. Her wiha daxuayniyek dan, tê de diyar kir ku ciwan şopdarên fikirê Ocalan in.

‘Em şopdarên xeta Ocalan in‘
‘Em şopdarên xeta Ocalan in‘
‘Em şopdarên xeta Ocalan in‘
‘Em şopdarên xeta Ocalan in‘
‘Em şopdarên xeta Ocalan in‘
21 îlon, 2018   17:57

QAMIŞLO

Yekitiya Ciwanên Rojava ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi armanca şîrovekirina rola ciwanan di şoreşê de, civîneke li dar xist.

Bi dehan ciwanên navçeyê beşdarî civînê bûn.

Piştî rêzgirtinê, Rêvebera Yekitiya Ciwanên Rojava Vînda Bêrî axivî û rola ciwanan di şoreşê de diyar kir.

Vînda, got: "Ciwan pêşengên şoreşê de, serkeftin an jî binkeftina şoreşê bi destê ciwanan e. Rêbertî dibêje, me bi ciwanan dest pê kir û bi ciwanan em ê bi serbikevin. Lewra jî serxistina şoreşê mîsyona me ye, ji ber vê yekê divê em amade bin û ji her gefan re bibin bersiv."

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

Piştî civînê, daxuyaniyek bi amadebûna bi dehan ciwanan ji aliyê endamê Yekitiya Ciwanê Rojava Serxwebûn Botan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên yên li Efrînê bi tundî hatin şermezarkirin, her wiha hate gotin ku dewleta Tirk bi armanca têkbirîna projeya netewa demokratîk a ku Ocalan pêşkêş kiriye tecrîdeke girankirî li ser Ocalan ferz kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, "Em şopdarên xeta Ocalan in ta azadî û demokrasî pêk were, ji ber ku em mafdar in û dirûşmeya serkeftin a serkeftin e."

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA