QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî aşkera kir: 10 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya pêngava "Şerê Tunekirina Terorê" aşkera kir û tekez kir ku 10 çete hatin kuştin û gelek çek hatin desteserkirin.

QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî aşkera kir: 10 çete hatin kuştin
21 îlon, 2018   16:26

NAVNEDA NÛÇEYN

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyê bilançoya şerê 24 saetên dawî ya Pêngava "Şerê Tunekirina Terorê" aşkera kir. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin.

1-Eniya Baxoza Jorîn: Piştî şerên zêdeyî 3 rojan dewam kir gundê Baxoza Jorîn bi temamî hate rizgarkirin.

Piştî rizgarkirinê, hêzên me xebatên paqijkirinê dane destpêkirin. Di xebatên lêgerînê de, topa hawar (120 mm) ku hatibû mayînkirin hate dîtin û ji aliyê şervanên me ve hate teqandin. Terorîstên çeteyên DAIŞ‘ê gelek topên hawnê avêtin nuqteyên nêzî şervanên me, lê êrîşa wan ti encamp negirt, li ser vê yekê hêzên me bi fûzan bargehên wan topbaran kirin.

Piştî rizgarkirinê, tevgereke mezin a terorîstên DAIŞ‘ê li vê herêmê ji aliyê şervanên me hate şopandin, ku nuqteyên şervanên me bi hawnan topbaran kir, 4 terorîstan hewl dan bi dizî werin nuqteyên şervanên me, şervanên me bersiva hewdana wan da û terorîst neçarî vekişandinê kirin. Di heman demê de balafirên koalîsyonê bargehên wan topbaran kirin û 4 terorîst hatin kuştin.

Hêzên bi destekdayîna balafirên koalîsyonê pêşdeçûnên xwe li vê eniyê berdewam kirin, ji ber êrîşên hawayî 6 terorîst hatin kuştin. Li vir 1çeka BKC, 1 RPG û 5 cenazeyên terorîstan ketin destê şervanan.

-Eniya Hecîn: Şervanên me li vê eniyê 2 km pêş de çûn û tevahî cihê ku rizgarkirina paqij kirin. Her wiha xendeq û tunelên wan rûxandin û 15 nuqte hatin tespîtkirin. Her wiha çeka klaşînkov kete destê şervanan. Di pêşedçûnên şervanan de mayîneke ku çeteyan çandibûn teqiya, di encamê de 5 şervan birîndar bûn û yek şehîd bû.

Bîlanco:

-10 terorîst hatin kuştin û cenazeyê 5 an kete destê şervanên me.

-Hejmara êrîşên koalîsyonê: 5

-Nuqteyên hatin tesbîtkirin: 15

-Çekên hatin desteserkirin: 1 BKC, 1 B7.

-Bargehên terorîstan ên hatin rûxandin: 3

-Mayînên hatin teqandin: 4

-Hejmara şervanên me  yên birîndar bûne: 5

-Hejmara şehîdên me: 1"