Li ser asta Cizîrê turnuveya baskêtbol a jinan

Turnuveya baskêtbol a jinan a li ser asta herêma Cizîrê bi lîstikekê di navbera Tîma Ehlî Amûdê û Hesekê dest pê kir.

Li ser asta Cizîrê turnuveya baskêtbol a jinan
Li ser asta Cizîrê turnuveya baskêtbol a jinan
Li ser asta Cizîrê turnuveya baskêtbol a jinan
21 îlon, 2018   17:02

QAMIŞLO

Desteya Ciwan û Werzîrşê ya herêma Cizîrê û Yekitiya Werzîşê turnuveya baskêtbol a jinan li ser asta herêma Cizîrê organîze kir.

Turnuve li Stada 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo bi merasîmekê dest pê kir.

Di merasîmê de, bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Xweseriya Demokratîk, Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîrê Hemrîn Elî û lîstikvanên tîmên beşdarî turnuveyê bûne "Asayîşa Rojava, Hesekê, Serdem û Ehlî Amûdê" amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, Hemrîn Elî axivî û bi xêrhatina beşdaran û armanca turnuveyê destnîşan kir.

Piştre lîstik di navbera tîmên Ehlî Amûdê û Tîma Hesekê dest pê kir.

Di lîstikê de Tîma Hesekê bi 30 nuqteyan li beramberî 13 nuqteyan ji bo Ehlî Amûdê bi ser ket.

Turnuve dê 3 hefteyan berdewam bike, her roja înê lîstikek pêk were.

ANHA