Li Serêkaniyê du şehîd hatin oxirkirin

Welatiyên  herêma Serêkaniyê û Zirganê cenezeya endamê Yekîneyên Dispilîna Leşkerî Beşar El- ELî (Çekdar Serêniyê)û şervanê QSD ê Mihemed Birahîm (Xemgîn Serêkaniyê) veşartin.

Li Serêkaniyê du şehîd hatin oxirkirin
Li Serêkaniyê du şehîd hatin oxirkirin
Li Serêkaniyê du şehîd hatin oxirkirin
Li Serêkaniyê du şehîd hatin oxirkirin
Li Serêkaniyê du şehîd hatin oxirkirin
Li Serêkaniyê du şehîd hatin oxirkirin
21 îlon, 2018   15:52

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên herêma Serêkaniyê û Zirganê cenazeyê endamê Yekîneyên Dispilîna Leşkerî Beşar El- ELî (Çekdar Serêniyê) ku bi nexweşiya Penceşêrê di 9`ê Îlona 2018‘an de şehîd bibû û şervanê QSD `ê  Mihemed Birahîm (Xemgîn Serêkaniyê) ku di 18`ê îlona 2018‘an li Dêrezorê şehîd bibû, bi merasîmekê oxir kirin.

Gel cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin û bi karwanekî berê xwe da goristana Şehîdan a Serêkaniyê.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Şêrîn Şêxê axîvî . Şêrîn wiha got: “Em ji tevahiya gelê xwe re dibêjin, em bi îradeya xwe ya polat û rihê fedekarî parastina destkeftiyên şehîdan didomînin. Em soz didin şehîdan ku em ê tola wan li erdê nehêlin û xeta wan bişopînin heta armancên wan bi cih bînin.‘‘

Her wiha ji fermandarên YPG`ê Azad Welat jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da û got, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet berdêlên giran hatin dayîn, li ser vê yekê pêwîst e ev berdêl werin parastin û xwedî li nirxên şehîdan were derketin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbata wan hate kirin. Di dawiya merasîmê de, şervanên cenazeyên hevalên  xwe bi dirûşmên ``Şehîd namirin`` veşartin.

(sx/bm)

ANHA