Hêzên dagirker li Efrînê berhemên zeytûnan talan dikin

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker berhemên zeytûnan ên welatiyên Efrînê desteser kirine û nahêlin ku şênî nêzî zeviyên xwe bibin ku wan biçinin.

Hêzên dagirker li Efrînê berhemên zeytûnan talan dikin
Hêzên dagirker li Efrînê berhemên zeytûnan talan dikin
21 îlon, 2018   15:40

EFRÎN

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" berhemên zeytûn û rezan ên malbata Hemê ê ji gundê Bêlê yê navçeya Bilbilê yê Efrînê berhev kirin. Her wiha kon di nava rezên welatiyan de vendane da ku nehêlin ti kes nêz bibe.

Çavaniyan, diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker beriya demekê biryarnameyek ji bo hemû çeteyên xwe derxist, tê de daxwaz ji wan dike ku  li berhemên desteserkirina radestî meclisên xwe yên herêmî bikin da ku di nava xwe de belav bikin.

ANHA