Mam Zekî Şengalî li Tirbespiyê hate bi bîranîn

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê Mam Zekî Şengalî hate bi bîranîn.

Mam Zekî Şengalî li Tirbespiyê hate bi bîranîn
Mam Zekî Şengalî li Tirbespiyê hate bi bîranîn
Mam Zekî Şengalî li Tirbespiyê hate bi bîranîn
Mam Zekî Şengalî li Tirbespiyê hate bi bîranîn
Mam Zekî Şengalî li Tirbespiyê hate bi bîranîn
Mam Zekî Şengalî li Tirbespiyê hate bi bîranîn
Mam Zekî Şengalî li Tirbespiyê hate bi bîranîn
21 îlon, 2018   15:11

QAMIŞLO

Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi boneya 40 rojiya şehadeta endamê koordînasyona Civaka Êzidî û Endamê Desteya Rêveber a KCK‘ê Îsmaîl Ozden (Zekî Şengalî) ê ku 15‘ê Tebaxê di êrîşeke hawayî ya balafirên Tirkiyê de şehîd bû, merasîmê bîranînê hate lidarxistin.

Şandeyek ji Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM, rêveberên Kampa Newroz, Buroya Karûbarên Baweriyan, şandeyeke ji herêma Firatê û bi dehan şêniyên navçeyê di merasîmê de amade bûn.

Merasîmê bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Komîteya Têkikiyên Giştî yê TEV-DEM‘ê Salih Muslim û Rêveberê Mala Êzdiyan a Herêma Cizîrê Îlyas Seydo axivîn.

Di axaftinan de, bi boneya şehadeta Mam Zekî Şengalî sersaxî ji gelê Kurd bi giştî û civaka Êzidî bi taybet hate xwestin.

Hate gotin, Mam Zekî ji bo parastina gelê Êzidî xizmeteke mezin da meşandin, mînaka fermandarî û hevaltiyê bû, têkoşîna wî şahidiya rola ya di parastina gelê Kurd û Êzidî de diyar dike, lewra ji aliyê hêzên dagirker ve hate êrîşkirin.

Di axaftinan de, soza şopandina xeta Mam Zekî Şengalî hate dûbarekirin.

ANHA