Bi wesîleya salvegera damezirandina PYD‘ê civînek hate lidarxistin

Bi boneya salvegera 15‘emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek li bajaroka Rimêlan hate lidarxistin.

Bi wesîleya salvegera damezirandina PYD‘ê civînek hate lidarxistin
Bi wesîleya salvegera damezirandina PYD‘ê civînek hate lidarxistin
Bi wesîleya salvegera damezirandina PYD‘ê civînek hate lidarxistin
21 îlon, 2018   14:50

QAMIŞLO

Civîn bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em salvegera 15‘emî a damezirandina PYD‘ê" hate organîzekirin. Bi dehan şêniyên herêmê di şahiyê de amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Telet Yûnis axivî û got: "Bingha Têkoşîna me îradeya azad e, xeta sêyemîn tê wateya îradeya me ya azad e, lewra her tim em têne hedefirin. Tiştên ku me di salên şoreşê de dîtin, êrîş û lihevkirin ku li hemberî me têne meşandin e, sedema xwe fikir û projeya me ya demokratîk e."

Yûnis di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser tîfaqên navdewletî yên der barê Sûriyeyê de û diyar kir ku "Dewletên cîhanî, Rûsya û rêjîma Sûriyeyê li Tehran û Sochi dicivin, ev civîn mîna yên berê xizmeta berjewendiyên dike û li ser hesabê rijandina xwîna gelê Sûriyeyê têne kirin."

Telet Yûnis, rola PYD‘ê ya di rêxistinkirina civakê de destnîşan kir û got, partî hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê hembêz dike, rexmî hemû kelem û asteniyan bûye partiyek pêşeng li Bakûrê Sûriyeyê ye.

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

ANHA