Desteyên Rêveberiya Xweser ên nû tên ragihandin

Komîteya amadekar a ku ji aliyê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ava bûye, ji bo ragihandina avakirina 10 desteyên rêveberiyê û 7 buroyan di rojên pêşiya me de xwe amade dike.

Desteyên Rêveberiya Xweser ên nû tên ragihandin
Desteyên Rêveberiya Xweser ên nû tên ragihandin
Desteyên Rêveberiya Xweser ên nû tên ragihandin
Desteyên Rêveberiya Xweser ên nû tên ragihandin
21 îlon, 2018   07:02

EHMED EL-KIMYAN / GIRÊ SPÎ

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) avakirina Rêveberiya Xweser a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 6`ê Îlonê de bi civînekê ragihand. Civîn li avahiya meclisê ya Eyn Îsayê li ser biryara ku ji kongreya sêyemîn a MSD’ê li bajarê Tebqayê ku di 16`ê Tîrmeha borî de derketibû, hate lidarxistin.

Di civînê de Sîham Qeyro û Ferîd Etî wek hevserokên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dîwanek giştî ji bo meclisê ku ji 5 endaman pêk tê, hatin hilbijartin.

Her wiha Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid El-Mihbaş wek hevserokên Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser hatin hilbijartin. Ji aliyê xwe ve Desteya Rêveber ji bo avakirina 10 desteyên rêveber di 21 rojan de dê bixebitin.

Erka van desteyan hêsankirina têkiliyan di navbera rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye.

Komîteya amadekar; Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser e. Ji 70 endaman ji bajarên cuda û rêveberiyên Bakurê Sûriyeyê pêk tê. Komîte çavdêriya avakirina desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li gorî endamên komîteyê ev rêveberî li ser bingeha teknokrat, xwediyên tecrubeyan, xwediyên astên xwendin û kar û temen û her kes dikare di pêngava bê de berpirsyarê hilde ser xwe, dûrî nûnertiya siyasî yan jî partiyan dê were avakirin.

Hejmara van rêveberiyan, 10 rêveberî û 7 buro ne. Erka van rêveberî û buroyan xizmeta welatiyan di aliyên çandî, tenduristî, geşepêdan û hwd ye. Tu têkiliyên wan bi karûbarên siyasî tune ye, ji ber ku ew rêveberiyeke xedemî ne, baştirîn xizmetê ji welatiyan re pêşkêş dikin.

Her wiha rêveberiyên ku dê werin avakirin, biryarên yekgirtinê li ser asta Bakurê Sûriyeyê bi koordîneya rêveberiyên xweser û sivîl dê bidin. Wekî yekgirtina bacên gimruk, buhayê sotemenî û destûrên veguhastinê di navbera bajarên Bakurê Sûriyeyê de. Ev biryar bi avakirina rêveberiyan dê werin betalkirin.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Amadekar ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hikmet Hebîb di hevdîtineke li gel ajansa me de axivî û wiha got: “Em li pêşberî gelek serkeftinan ji aliyê xebatên ji nû ve avakirinê û vegera koçberan de ne. Ev serkeftin bi hewcedariya rêveberiyeke yekgirtî, ku baştirîn xizmetan ji şêniyan re pêşkêş dike ye.”

Her wiha Hebîb tekez kir ku ev deste desteyên rêveberî ne û tu têkiliyên wan bi rewşa siyasî re tune ye. Her wiha Meclisa Sûriyeya Demokratîk sîwana siyasî ya tekane ya van rêveberiyan û hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Di berdewama axaftina xwe de Hebîb diyar kir ku Rêveberiyên Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Dêrazorê dest pê dikin, Qamişlo, Tebqa, Reqa, Minbic, Kobanê, Efrîn û Cerablus û heta Girê Spî û Hesekê ye. Li ser vê bingehê endamên rêveberiya nû ji welatiyên wan herêman hatin hilpijartin.

Her wiha dê ev rêveberî di navbera hemû bajar û herêmên Bakur Sûriyeyê de koordîneyê bikin û biryarên stratejîk têkildarî gel bidin.

Di rojên pêşiya me de avakirina Desteyên Rêveberiya Xweser dê were ragihandin.

(şx)

ANHA