Êla El-Şiêtat ji bo tol rakirinê tevlî Şerê Tunekirina Terorê bûye

Ji bo tolhildana komkujiyên ku DAIŞ`ê der heqê wan de pêk anîne, welatiyên êla El-Şiêtat di refên pêşîn ên Şerê Tunekirina Terorê de cih digirin.

Êla El-Şiêtat ji bo tol rakirinê tevlî Şerê Tunekirina Terorê bûye
Êla El-Şiêtat ji bo tol rakirinê tevlî Şerê Tunekirina Terorê bûye
Êla El-Şiêtat ji bo tol rakirinê tevlî Şerê Tunekirina Terorê bûye
Êla El-Şiêtat ji bo tol rakirinê tevlî Şerê Tunekirina Terorê bûye
Êla El-Şiêtat ji bo tol rakirinê tevlî Şerê Tunekirina Terorê bûye
21 îlon, 2018   06:49

EMMAR El-XELEF-DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Êla El-Şiêtat ji mezintirîn êlên erebî yên li gundewarên Dêrazorê û geliyê Firatê tê hesbandin. Her wiha mezintirîn şaxên êla El-Eqîdat a erebî ku li Sûriyeyê û li Iraqê ye. Hejmara ferdên êla El-Şiêtat li gorî serjimara sala 2006`an zêdetirî 200 hezar kes e. Welatiyên êla El-Şiêtat debara xwe ya rojane bi xwedîkirina sewalan û çandiniyê peyda dikin.

Êla El-Şiêtat a erebî ji mezintirîn êlên ku berdêla dijberiya xwe bi DAIŞ`ê re di dawiya 2013`an de dide, tê hesbandin. Welatiyên êla El-Şiêtat li dijî DAIŞ`ê zêdetirî 7 mehan li ber xwe da. Di encamê de gelek endamên êlê jiyana xwe ji dest da. Piştre DAIŞ`ê bajarê Dêrazorê piştî berxwedaneke mezin ji aliyê welatiyên êlê ve dagir kir.

Di havîna 2015`an de çeteyên DAIŞ`ê komkujiyek der heqê welatiyên êla El-Şiêtat de pêk anî. Çeteyan fermana kuştina her welatiyek êlê ku temenê wan di ser 14 saliyê re ye û desteserkirina milkên wan û destavêtina jinan da.

Di encamê de zêdetirî 3 hezar û 700 kes hatin kuştin. 700 bes di rojekê de hatin kuştin. Piraniya wan jin, zarok û kal û pîr bûn.

Bi destpêkirina pêngava dawîn a Bagera Cizîrê li dijî DAIŞ`ê re bi dehan welatiyê êla El-Şiêtat ji bo tola zarok, jin û kal û pîrên xwe hilînin tev li QSD`ê bûn û li rex şervanan di çeperên pêşîn ên pêngavê de cih digirin.

Têkildarî mijarê hejmarek şervanên êla El-Şiêtat ji ajansa me re axivîn. Şervanê bi navê Ebo Ehmed ê ji gundê Giranîca rojhilat ku ji êla El-Şiêtat e, li ser komkujiyên DAIŞ`ê ku li Dêrazorê der heqê sivîlan de pêk anîne axivî û wiha got: “Ji bo tirsandina şêniyan bi dehan komkujî û kirinên li dijî mirovî der heqê sivîlan de ji kuştin, darvekirin û îşkence pêk anî. Her wiha qanûnên li dijî mirovahiyê der heqê welatiyan digirtin. Endamên êlê li ser nasnameyê dihatin kuştin û bi awayekî hovane û berberî hatin serjêkirin.”

Ji aliyê xwe ve şervanê bi navê Fewaz El-Ehmed jî wiha got: “Ez tev li QSD`ê bûm ji ber ew hêza tekane ye ku ji bo mîsogeriya ewlehî û aramiya gelên xwe li Bakur-Rohilatê Sûriyeyê canê xwe feda dikin.”

Her wiha Fewaz El-Ehmed destnîşan kir ku ew wek QSD di çeperên herî pêş de di berîka herî dawîn ên DAIŞ`ê yên gundewarên rojhilatê Dêrazorê de şer dikin.

(şx)

ANHA