Li Efrînê belavoka talankirina hilberîna zeytûnan

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê ku zeviyên zeytûnan ên welatiyan desteser kirine, belavokek belav kir û tê de ji welatiyan dixwazin ku zeviyên xwe yên zeytûnan radestî Meclîsa Hundirîn bikin ku dagirkeran ava kiriye.

Li Efrînê belavoka talankirina hilberîna zeytûnan
20 îlon, 2018   11:40

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê ku zeviyên zeytûnan ên welatiyan desteser kirine, ji bo hilberîna zeytûnan wergirin belavokek belav kir. Çavkaniyekî pêbawer ku kopiyeke belavokê bi dest xwe ve aniye, ji ajansa me ANHA'yê re ragihand ku belavok ji aliyê Desteya Giştî ya girêdayî Artêşa Niştimanî ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve hatiye avakirin, hatiye belavkirin.

Di belavokê de ji welatiyên Efrînê tê xwestin ku hemû zeviyên xwe yên zeytûnan radestî Meclîsa Hundirîn bikin.

Welatiyan diyar kir ku metirsiya wan a talankirina hilberîna zeytûnan li Efrînê zêde dibe. Nemaze komên çete bac û xirac li ser welatiyan ferz kirine da ku hilberîna xwe ya zeytûnan wergirin.

ANHA