Li Reqayê du çete hatin girtin û çekên wan hatin desteserkirin

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê duh du çete girtin û miqdareke çek û cebilxaneyên wan desteser kirin.

Li Reqayê du çete hatin girtin û çekên wan hatin desteserkirin
Li Reqayê du çete hatin girtin û çekên wan hatin desteserkirin
19 îlon, 2018   15:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Îstîxbarata Hêzên Ewelkariya Hindirîn a Reqayê, hêzên wan agahî li ser hebûna hucreyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ‘ê li derdora bajarê Reqayê girtin, ew çete li malekê amadekariyên êrîşan û têkbirina ewlehiya herêmê dikirin.

Rêveberiyê destnîşan kir ku hêzên wan ên îstîxbarata giştî li hember herdu şaneyan çalakiyeke bi bandor pêk anîn û ew girtin. Li gorî belgeyan derket holê ku herdu kes ji DAIŞ‘ê re kar dikin û amadekariyên êrîşan li dijî bajêr dikirin.

Li gorî beşê lêpirsîn û şopandinê ya Rêveberiya Îstîxbarata gitşî çekên hatin desteserkirin:

- 1 çeka klaşinkov, 3 hezar 52 fîşekên çeka rûs.

- 1 BKC û 11 hezar û 987 fîşekên wê.

- Çeka M16 û 6 hezar û 795 fîşekên wê.

-Doçka 12.5 mm, 14.5 mm û 480 fîşekên wê.

-33 heşweyên telifkirî  û hejmarek amûrên teqandina mayînan.

-3 klaşinkof û 3 dûrbîn.

-3 telefonên bê têl û hejmarek parçeyên telifkirin.

ANHA