Di nava 24 saetan de 25 çete hatin kuştin

QSD‘ê ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de yên Pêngava "Şerê Tunekirina Terorê" de 25 çete hatin kuştin û miqdarek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Di nava 24 saetan de 25 çete hatin kuştin
19 îlon, 2018   15:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê bilançoya şerê 24 saetên dawî yên Pêngava "Şerê Tunekirina Terorê" aşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

"Hêzên me çalakiyên xwe leşkerî li her alî  û eniyên bi pêşdeçûnan dewam dike û derbeyên giran li çeteyan didin.

Bilançoya şer û pevçûnên 24 saetan dawî wiha ye:

1-Eniya Hecîn: Çeteyên DAIŞ‘ê şevê din êrîşî nuqteyên şervanên me kirin, şervanên me bersiv dan û şer derket, di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Di vî şerî de şervanekî me birîndar bû, me ew rakir nexweşxaneyê, di heman demê de du şervanên din jî bi mayînekê birîndar bûn.

Hêzên di saetên sibehê de dirêjahiya 750 mîtreyê pêş de çûn û li 6 nuqteyên nû tespît bûn. Paşê xebatên lêgerînê di nava malan de dane destpêkirin, di wê demê de 3 mayîn bi şervanên me ve teqiyan û şervanên me birîndar bûn.

2- Baskê Şedadê: Şerên giran di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ‘ê de rû da, şervanên me miqdareke çekên wan desteser kirin. Her wih balafirên koalîsyonê êrîş li dijî bargehên terorîstan pêk anîn.

Hêzên me heyanî saetên 6‘ê êvarî li vê eniyê pêş ketin. Di navbera wan û çeteyên rêxistina terorîst de şer deket. Li vir jî şervanên me 13 nuqteyên nû girtin û terorîstek hate kuştin.

Balafirên koalîsyonê êrîş birin ser nuqteyên terorîstan û 3 terorîst hatin kuştin.

3-Baskê Kisra: Hêzên me ber bi aliyê aliyê bakurê rojavayê gundê ve pêşde çûn. Li vir di navbera hêzên me û terorîstan şerên dem dem qewimîn. Di şerê li vê eniyê de dîsa 3 mayîn bi şervanan ve teqiya û birîndar bûn. Şervanan nuqteyek tespît kirin.

4-Eniya Baxoz: Vê sibehê di navbera hêzên me û rêxistina terorîst de şer derket, çeteyan êrîşên dijber pêk anîn û du erebeyên bombebarkirî pêk anîn. Şervanên me bersiva êrîşan da û du erebeyên wan rûxandin beriya ku bighêjin armanên xwe û hejmarek êrîşkar kuştin, şer heya vê kêliyê berdewam e.

5- encamên şer li hemû aliyan:

25 terorîst hatin kuştin û yek birîndar bûn.

Balafirên Koalîsyonê /6/êrîş pêk anîn.

Hejmara mayîn hatin teqandin /2/.

Çekên hatin desteserkirin: 1 Doçka /12.0/, 1Klaşinkov, 1 BKC, 12 pakêtên fîşekên doçka 12.0.

Nuqteyên hatin tespîtkirin: 20 nuqte.

Hejmara şervanên me yên şehîd bûne: 5 şehîd.

Hejmara şervanên me yên birîndar bûne:9 birîndar."