Hêzên dagirker bace li xwediyên darên zeytûnan ferz dikin

Hate diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê baceyên li xwediyên darên zeytûn û rezan ferz dikin û gefa birîna daran li kesên ku baceyan nede, dixwe.

Hêzên dagirker bace li xwediyên darên zeytûnan ferz dikin
19 îlon, 2018   15:24

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên Efrînê didomînin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji hundirê Efrînê dane me, çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker baceyan li xwediyên darên zeytûn û rezan ên gundê Zerga yê navçeya Raco ya Efrînê ferz dikin.

Çavkanî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi navê bacê hezar lîreyên Sûrî li ser wan xwediyên rezan û darên zeytûnan ferz dikin û gefa qutkirina daran li kesên ku bace need dixwin.

Heman çavkaniyê diyar kir, ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker  li gundê Kokan ên navçeya Mabata li welatiyekî dan, bêyî ku sedema lêdan were diyarkirin.

ANHA