Yekîneyên Ewlekariya Hundrîn 6 qenîneyên gaza klorê dîtin

Yekîneyên Ewlekariya Giştî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê bi hevkariya şêniyên herêmê 6 qenîneyên gaza klorê ku çeteyên DAIŞ`ê li pey xwe hiştine, dîtin.

Yekîneyên Ewlekariya Hundrîn 6 qenîneyên gaza klorê dîtin
Yekîneyên Ewlekariya Hundrîn 6 qenîneyên gaza klorê dîtin
19 îlon, 2018   13:13

REQA

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve li bajarê Reqayê têk çûn, gelek çek û cebilxane di bajêr de veşartin.

Şêniyan di wê demê de dît ku çeteyên DAIŞ`ê çawa tiştên nediyar li herêmê vedişêrin. Piştî ku herêm hate rizgarkirin û şênî li warê xwe vegeriyan agahî dan aliyên peywendîdar. Yekineyên Ewlehiya Hundrîn ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundrîn li herêmê dest bi lêkolînê kir. Di lêkolînê de 6 qenîneyên gaza klorê hatin dîtin.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Buroya Rêxistinî ya hêzên Ewlekariya Giştî Şoreş Mehmûd ji ajansa me re diyar kir ku wan gelek qenîneyên bi vî awayî li bajarê Reqayê dîtin,  lêkolîn li ser wan hate çêkirin û hate diyarkirin ku ew madeya klorê ye û li Çînê hatiye çêkirin.

(bx)

ANHA