HPG: Li Bedlîs û Erzînganê şer

HPG'ê ragihand li Bedlîsê 3 leşker hatine kuştin, 4 leşker birîndar bûne û gerîlayek şehîd bûye. Hate gotin di şerê Erzînganê de çend leşker hatin kuştin û birîndar bûne zelal nebûye.

HPG: Li Bedlîs û Erzînganê şer
19 îlon, 2018   13:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG'ê derbarê çalakî û şerê li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da, HPG'ê ragihand li Bedlîsê 3 leşker hatine kuştin, 4 leşker birîndar bûne û gerîlayê bi navê Şahan şehîd bûye.

HPG'ê her wiha ragihand li Êlihê jî gerîlayek dîl ketiye, derbarê şer û êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li Erzînganê agahî da.

Daxuyaniya di malpera HPG'ê de wiha ye:

"Roja 16’ê Îlonê seat 11:00’an artêşa TC’ê goristan û derdora wê ya li herêma Şehîd Mizgîn a Bedlîsê  bombeberan kir. Operasyona ku bi desteka balafirên keşfê, balafirên şer û helîkoptera kobra seat 17’an de herêm bombebaran kirin. Di dema bombebaranê de di navbera hêzên me û leşkerên ku bi helîkoptera skorsky dixwestin li herêmê dane şer qewimî. Di şer de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Di şer de rêhevalê me Şahan heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû. Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wê piştre bi raya giştî re were parvekirin. Operasyon roja 17’ê Îlonê seat 15:00’an de bê encam bi dawî bû.

Roja 15’ê Îlonê seat 22:30’an de gerîlayên me li geliyê Magaçûr yê herêma Çaglayan ya navenda Erzînganê bi artêşa TC’ê re hatin pêşberî hev û şer qewimî. Di şerê demekî kurt de hejmara kuştî û birîndaran nehate zanîn. Piştî şer artêşa TC’ê sibeha 16’ê Îlonê dest bi operasyonê kir.

Roja 15’ê Îlonê hevalê me Rojhat (Saît Îlmîn) li navçeya Kozlûk a Êlihê dema bi erka xwe radibû kete destê hêzên dijmin.

Balafirên şer ên artêşa TC’ê li dijî bejahiya Colemêrg û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de agahiyên têkildarî êrîşên hewayî wiha ne;
Roja 18’ê Îlonê seat 10:00’an balafirên şer bombe li girê Kartal yê navçeya Gever a Colemêrgê û seat 16:45’an de girê Kesta yê herêma Metînayê barandin.
Roja 17’ê Îlonê balafirên şer di navbera seat 10:00 - 12:00’an de bombe li herêma Kûnîşka û Şehîd Rûstem ya herêma Zap û geliyê Kesta û herêma Werxelê ya Metînayê barandin."