Gelê Minbicê bêdengiya navdewletî û dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê bi armanca şermezarkirina bêdengiya navdewletî der barê kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê de û destwerdana ji Idlibê re xwepêşandanek li dar xist.

Gelê Minbicê bêdengiya navdewletî û dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir
Gelê Minbicê bêdengiya navdewletî û dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir
Gelê Minbicê bêdengiya navdewletî û dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir
Gelê Minbicê bêdengiya navdewletî û dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir
Gelê Minbicê bêdengiya navdewletî û dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir
Gelê Minbicê bêdengiya navdewletî û dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir
19 îlon, 2018   13:05

MINBIC

Xwepêşandan li qada giştî ya bajêr hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk û Partiya Sûriyeya Pêşerojê tev li xwepêşandanê bûn.

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Minbicê Sozan El-Hesen di xwepêşandinê de axivî û destnîşan kir ku ew kiryarên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê şermezar dikin û got Efrîn jî yek ji bajarên Sûriyeyê û bajarê aştî, aramî û biratiya gelan e. Sozan El-Hesen tekez kir ku gelê Minbicê helwestên navdewletî der barê kiryar û hovîtiya dagirkeran de li Efrînê şermezar dikin.

Her wiha bi navê Meclisa Jinan Ibtîsam Abdulqadir diyar kir ku tevî dewleta Tirk di hemû aliyan de bi bin ketiye lê dixwazin ji cîhanê re îsbat bikin ku ew li ser gelê Sûriyeyê ditirsin û ev yek bi rêya lihevkirinan li Idlibê pêk tê, bi vê yekê jî dixwazin tevliheviyê di nava gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe de ava bikin.  

Ibtîsam destnîşan kir ku ew wek jinên bajarê Minbicê senaryoya ku li Efrînê ji kuştin, revandin, talankirin û revandina xewnên zarokan şermezar dikin ku li Idlibê were dubarekirin.

Ji aliyê xwe ve bi navê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm El-Maşî diyar kir ku li beramberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hemû cîhan kor û ker bûye, tu helwestên xwe diyar nakin û bi vê bêdengiya xwe destekê didin dagirkan da ku kuştin û tecawizkirinê bidomînin.

El-Maşî got Erdogan bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî Efrîn dagir kir, lê beriya ku derbasî Efrînê bibe tenê guleyek ber bi sînorê Tirkiyeyê ve nehatibû avêtin û ev hemû ji bo ku destwerdana xaka Sûriyeyê bike.

El-Maşî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bajarê Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirin, bila dîrok baş zanibe ku Tirkan sînor ji terorê vekir da ku derbasî Sûriyeyê bibin.

Xwepêşandan bi dirûşmên li dijî bêdengiya navdewletî der barê kiryarên hovane li Efrînê û destwerdana dewleta Tirk ji bajarê Idlibê re bi dawî bû.

(bx)

ANHA