Li Tebqayê Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyan dest pê kir

Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyan a herêma Tebqayê bi dirûşma "Dest bi dest ber bi avakirina nifşên pêşerojê ve" dest pê kir.

Li Tebqayê Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
19 îlon, 2018   08:49

TEBQA

Konferans li Akademiya Şehîd Xalid Elêwî ya li Taxa Yekemîn tê lidarxistin. Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Umer, nûnerê Buroya Perwerdeyê ya MSD`ê Mişrif Receb, hevserokên Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemî, Şêx Hamid El-Ferec, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî, Şiyar Mihemd her wiha nûnerên Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê, Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî konferansê bûn. 

Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê dîwana konferansê hate hilbijartin.

Di konferansê de rêziknameya Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê dê were xwendin, her wiha dê meclisa yekitiyê were hilbijartin.

Konferans didome.

(bx)

ANHA