‘Kesên ku çandiniyê li ser ava kanalîzasyonê bikin dê bên cezakirin’

Meclîsa herêma Serêkaniyê ji bo qedexekirina çandina sebze li ser ava kanalîzasyonê dîsa hişyarî da. Meclîsê got armanca dewleta Tirk zirardana gelê Rojava ye, kesên çandiniyê li ser ava qirêjî bikin, dê bên cezakirin.

‘Kesên ku çandiniyê li ser ava kanalîzasyonê bikin dê bên cezakirin’
‘Kesên ku çandiniyê li ser ava kanalîzasyonê bikin dê bên cezakirin’
‘Kesên ku çandiniyê li ser ava kanalîzasyonê bikin dê bên cezakirin’
‘Kesên ku çandiniyê li ser ava kanalîzasyonê bikin dê bên cezakirin’
‘Kesên ku çandiniyê li ser ava kanalîzasyonê bikin dê bên cezakirin’
19 îlon, 2018   08:48

HESEKÊ 

Beriya niha bi demekê ajansa me nûçeyek der barê çandina sebzeyan li ser ava kanalîzsyonê li herêma Serêkaniyê de weşandibû. Di nûçeyê de zerarên ku di encama çandina sebzeyan li ser ava kanalîzasyonê derdikevin hatin nîşandan. Her wiha ji bo rawestandina çandina sebzeyan li ser ava kanalîsazyonê şaredariyê gelek hişyarî dan, lê bê encam bû. 

/kr/haber/dewleta-tirk-dibe-sedem-ku-ava-kanalzasyon-ji-bo-candina-zebzeyan-bi-kar-bnin-h7253.html

Herî dawî meclîsa herêma Serêkaniyê dest avêt mijarê. Meclîsê ji bo çareserkirina mijarê hişyariyek ji Meclîsa Til Helef, Komîteya Tenduristiyê, Şaredariya Serêkaniyê û Saziya Çandinî û Sewaldariyê ya Herêma Serêkaniyê re şand ku li ser mijarê rawestin. Hişyarî bi vî awayî ye:

“Ji hemû cotkarên Serêkaniyê re, ev çandiniya ku bi ava kanalîzasyonê tê kirin bi temamî qedexe ye. Ji ber ku dibe sedema nexweşiyan û xetereya li ser tenduristiya gel. Her kesê ku vê hişyariyê berçav negire, dê bi qanûnî bê cezakirin.”

Hevserokê Meclîsa Herêma Serêkaniyê Loqman Îsa diyar kir ku herêma Serêkaniyê herêmek ku bi çandiniya xwe tê nasîn û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ji bo zirarê bide jiyana gelê Rojava, ava qirêjî bi ser gelê me de dişîne. Heta niha me gelek hewl da lê gel her tim bi ya xwe kir. Ji bo tenduristiya gelê xwe me ev hişyarî amade kir.”

(bm-sx/kc)

ANHA