'Ocalan ji bo azadiya me têkoşiya, em ê jî ji bo azadkirina wî têbikoşin'

Welatiyên bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê diyar kirin ku ew li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng namînin û wiha gotin: "Ocalan giştî jiyana xwe xist xizmeta azadiya me û em jî bi hemû rêbazan ji bo azadkirina wî tê bikoşin."

'Ocalan ji bo azadiya me têkoşiya, em ê jî ji bo azadkirina wî têbikoşin'
19 îlon, 2018   08:04

HESEKÊ / DILSOZ DILDAR

Di çarçoveya helwestên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve welatiyên bajarê Hesekê ji ajansa me ANHA'yê re axivîn û siyasetên Tirkiyeyê ku dijberiya gelê Kurd û rêberê wê dikin bi tundî şermezar kirin.

'Ocalan jiyana xwe xist xizmeta azadiya gelan'

Welatiyê bi navê Ezher Ehmed girêdayî mijarê wiha got: "Divê xwedî wijdan û azadîxwaz ji bo azadkirina Ocalan tevbigerin. Rêber APO jiyana xwe xist xizmeta hemû gelan û ji bo azadiya hemû gelan û parastina nirxên wan têkoşiya. Felsefeya Rêber APO di nava milyonan welatiyan de belav bû. Em weke pêkhateyên Rojava dê bi hemû rêbazan ji bo azadkirina rêberê xwe tevbigerin. Bi felsefeya rêber APO ya ronakbîr pêkhateyên Rojava destkeftiyên mezin bi dest xwe ve anîn û hevgirtina pêkhateyan xurt kirin û rê li pêşiya tevliheviyan girt."

Ehmed di dawiya axaftina xwe de got ku armanc ji tecrîdkirina Ocalan ew e ku azadîxwaz bêdeng bimînin û rê li pêşiya daxwazên gelan di azadî û demokrasiyê de bigirin.

'Em li hemberî tecrîdkirinê bêdeng namînin'

Welatiya bi navê Gulîstan Cemîl ji aliyê xwe ve got ku ew weke jin ti carî li hemberî tecrîdkirina Rêber Ocalan bêdeng namînin û wiha anî ziman: "Ti hêz nikare me ji rêberê me dûr bixîne. Em ê ji bo azadkirina wî asta têkoşîna xwe bilindtir bikin".

Gulîstanê got ku armanca Tiriyeyê ji vê tecrîdkirinê ew e ku îradeya gelê Kurd bişkîne û siyaseta xwe ya tunekirina gelê Kurd bidomîne û wiha axaftina xwe domand: "Divê Tirkiye baş bizanibe ku dê ji ber vê zulmkariyê buhayeke giran bide. Heta em dijîn berxwedan helwesta me ye".

'Divê Kurdistanî serî hildin'

Welatiya bi navê Rîma Mehmûd girêdayî heman mijarê wiha got: "Divê hemû gelên bindest ku Ocalan ji bo azadiya wan têdikoşe li hemberî dewleta Tirk a faşist serî hildin û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin û azad bikin. Em weke jin ku rêberê me jiyana xwe xistiye xizmeta azadiya jinan, em jî dê ji bo azadkirina wî asta têkoşîna xwe bilind bikin."

Rîma bang li hemû welatiyên Kurdistanî yên li seranserî cîhanê kir ku ji bo azadkirina Ocalan tevbigerin û wiha got: "Tirkiye rêberê me girtî ye, lê ti carî nikare fikr û felsefeya wî ya azad bigire."

Dadgeriya giştî ya Tirkiyeyê ji sala 2011'an ve hevdîtinên parêzerên Ocalan bi miwekilê xwe re qedexe kiriye û tecrîdeke hişk li ser rêber Ocalan ferz kiriye.

ANHA