Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Hevpeymana Pûtîn û Erdogan hişt Tirkiye bi vebijêrkeke dijwar re rû bi rû bimîne û çawaniya danûstandina bi çeteyên xwe re yên li Idlibê û rêbazên helandina wan. Girsbûna darayî di aboriya Tirkiyeyê de wekî pizotekî di bin ariyê de ye. Zordariya Erdogan li ser dadgeh û çapemeniyê hêrsa hundirîn vedişêre. El-Amirî vekişandina xwe ji namzetiya serokatiya hikumeta Iraqê ragihand û der barê pêşniyarkirina Adil Ebid El-Mudî de nakokî derdikevin.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
19 îlon, 2018   08:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser civîna di navbera Pûtîn û Erdogan de û vebijêrka dijwar a li hemberî Tirkiyeyê di danûstandina bi çeteyên xwe yên li Idlibê re. Rojnameyan behsa çalakiya siyasî ya Iraqê û vekişandina El-Amirî ji namzetiya serokatiya hikumetê kir. Rojnameyan her wiha aloziya aborî ya Tirkiyeyê jî dît.

Rojnameya El-Ereb: Hevpeymana Idlibê Tirkiyeyê bi ezmûneke dijwar re rû bi rû dihêle

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa encamên civîna di navbera Pûtîn û Erdogan kir. Rojnameya El-Ereb diyar kir ku hevpeyama Rûsya û Tirkiyeyê der barê Idlibê de rê li pêşiya danûstandinên di navbera aliyên têkildar de vedike da ku çarenûsa devera dawîn a di bin serweriya tabûrên opozîsyonê de ye diyar bike. Lê ev yek nayê wateya ku vebijêra leşkerî bi temamî hatiye dûrxistin. Lêkolînerê Navenda Umran a Lêkolînan Newar Olîver wiha dibêje: "Hevpeyman demkî ye ji ber ku Rûsya naxwaze hevpeymana Astana hilweşe û dixwaze têkliyên wê bi Tirkiyeyê re baş bimîne."

Rojnameyê nêrînên hejmareke lêkolîneran wergirtin, ji van rêvebera Bernameya Rojhilata Navîn "Chatham House" a li Beyrûtê Lîna El-Xetîb ku der barê hevpeymanê de wiha gotiye: "Di hevpeymanê de êrîşa li dijî Idlibê di paşerojê de nehatiye betalkirin. Divê ev hevpeyman wek destpêka rêyeke nû were dîtin. Lê der barê Idlibê de ev ne dawî ye."

Lêkolînerê Koma Aloziyên Navneteweyî Sam Hêler ji aliyê xwe ve got ku pêkanîna vê hevpeymanê dê rastî gelek astengî û metirsiyan were û herî zêde ji bo Tirkiyeyê, nemaze ji ber ku danûstandina bi Heyet Tehrîr El-Şam re berpirsyar e.

Olîver der barê vê mijarê de jî wiha dibêje: "Metirsiya derve li ser Idlibê ne bi qasî metirsiya hundirîn e. Tirkiye bi peywireke dijwar re rû bi rû ye ku dê çawa serweriya Heyet Tehrîr El-Şam bike û şerê "Huras El-Dîn" û komên radîkal ên girêdayî rêxistina El-Qaîdê bike.”

Rojnameya Şerq El-Ewsat: "Rêzesudfe" koordîneya Rûsya û Îsraîlê dixe ezmûnekê

Der barê êrîşên ezmanî li dijî Laziqiyê ku aloziyeke bi Rûsyayê re derxistiye de, rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku rêbaza xistina balafira Rûsyayê ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve û zêdebûna rêzesudfeyan di êrîşên Îsraîlê li dijî baregehên Îranê yên rojavayê Sûriyeyê, koordîneya di navbera Rûsya û Îsraîlê li Sûriyeyê de dixe ezmûnekê û li rex wê Amerîkayê dubare derxistina Îranê girîng dibîne.

Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha domand: "Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dibêje wekî ku tûjbûna helwesta Rûsya ji ketina balafirê lawaz dike, piştî ku artêşa Rûsya lome ji Îsraîlê dike; diyar e ev buyer ji ber rêze rewşên trajedîk e, ji ber ku balafira Îsraîlê balafira me nexistiye xwarê". Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bang li sefîrê Îsraîlê li Moskovê kir û Rûsya berpirsyariya xistina balafirê xist ser milên Îsraîlê ku bi çekên parastina ezmanî ya Sûriyeyê hatiye xwarê. Buroya serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyaho diyar kir ku wan bi rêya telefonê agahî dane û wiha got: "Îsraîl ji bo rawestandina çespandina leşkerî ya Îranê di Sûriyeyê de bi israr e."

Iraq

Girêdayî çalakiyên siyasî û xebatên avakirina hikumeta Iraqê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Amirî xwe ji namzetiya serokatiya hikumetê vedikişîne û partiya El-Dehwê jî Ebadî bi parçekirina refên wê tawanbar dike."

Der barê heman mijarê de rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Ebid El-Muhdî zilamê Îranê yê nû li Iraqê ye yan namzetekî pêwîst e.”

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya Şerq El-Ewsat behsa xebatên şandeyê navneteweyî Martin Griffiths ji bo pêşxistina çalakiya aştiyê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hûsiyan soz da Griffiths ku beşdarî şêwiran bibin."

Aloziya aborî ya Tirkiyeyê

Girêdayî aloziya Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb diyar kir ku gava Erdogan a pêşxistina hilbijartinên serokatî û zagonsazî di cih de bû û baş dizanî ku dê rastî aloziyeke aborî were û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Gelo aloziya aborî dê baweriya qezencên navîn û daketî bi Erdogan bişikîne?"

Filistîn

Der barê mijarên Filistînê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Medrîd naskirina dewleta Filistînê lêkolîn dike."