Welatiyên Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk li Efrînê serî hilda

Di çarçoveya helwestên li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê de, bi hezaran welatiyên Kobanê kom bûn û destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê yên li kantona Efrînê bi tundî dê şermezar bikin.

Welatiyên Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk li Efrînê serî hilda
Welatiyên Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk li Efrînê serî hilda
Welatiyên Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk li Efrînê serî hilda
Welatiyên Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk li Efrînê serî hilda
Welatiyên Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk li Efrînê serî hilda
19 îlon, 2018   07:11

KOBANÊ

Bi armanca şermezarkirina destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê der heqê welatiyên kantona Efrînê de, bi hezaran welatiyên Kobanê li qada Jina Azad a bajêr kom bûn û dest bi xwepêşandanekê kir.

Xwepêşanderan banga rizgarkirina Efrînê ji destê terorîstan kir. Xwepêşanderan pankartên bi nivîsên wekî "Na ji guhertina demografîk li Efrînê re", "Rizgarkirina Efrînê rizgarkirina Sûriyeyê ji teror û dagirkeriya Tirkiyeyê ye" û "Em bêdengiya navneteweyî li hemberî kirinên li Efrînê bi tundî şermezar dikin" hildan.

Xwepêşanderan her wiha dirûşmên dilsoziya bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê re qîriyan.

Xwepêşandan piştî ku di nava kolanên bajêr re bigire, tê payîn ku careke din vegere qada Jina Azad û li vir çalakiyek were lidarxistin û tê de gelek axaftin ji aliyê rayedarên Kobanê ve bêne kirin.

ANHA