ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.09.2018
19 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

- Şêniyên Reqayê cenazeyên şehîd Elî El-Ewed û Ebû Isamîl li Goristana Şehîdan a li El-Hikûmiyê oxir dikin. Saet 16:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên kantona Kobanê ya herêma Firatê û şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji bo redkirina dagirkeriya Tirk û şermezarkirina guhartina demografiya Efrînê meşekê lidar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Tebqayê yekemîn konferansê xwe lidar dixe. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hêzên Sûriyê Demokratîk di qonaxa dawî ya Bagera Cizîrê herêmên nû li bejahiya rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî rizgarkirina QSD`ê pira di navbera  Bagoz û El-Bûkemal de, şer di navbera QSD û çeteyan li eniya  Bagoza Jorîn rû dan. Nûçegihanê ANHA`yê ew ceng bi kamîreya xwe şopand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên bajarê Kobanê diyar kirin  ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê nîşanî wan dide û tecrîda giran a li ser Ocalan şermezar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Welatiyên bajarê Hesekê tekez kirin ku ew li hemberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng namînin û wiha pê de çûn:”Ocalan ji bo azadiya me jiyana xwe feda kir, em jî ji bo azadiya wî têkoşîna xwe bilind bikin.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Hikmet Hebîb got:”Lihevkirina Rûsî-Tirkî derbarê Idlibê de, xetereyek heye ku Idlib tevlî axa dewleta Tirkiyê bibe.”Hebîb da zanîn ku Tirkiyê ji projeya netewa demokratîk a li Bakurê Sûriyê ditirse û tekez kir ku hêzên leşkerî ji bo parastina vê projeyê amade ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jina Reqayê di Hêzên Parastina Civakê de rolek pêşeng di parastina şêniyan, peydakirina ewlehî û aramiya bajêr, her wiha di parastina jinan de û rêgirtina li ber komkujiyên ku der heqê wan de ji aliyê çeteyan ve tên kirin, dilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Desteya Jinan armanc dike jinan di hemû waran de biparêze, danîna planên istrateJîk taybet ji bo jinê û zarok, bicihanîna edeleta civakî û aktîvkirina rola jinê di warê siyasî de û girtina biryaran.(BI WÊNE Û DÎMEN)

 

CIWAN

-Yekitiya Ciwanên Rojava li bajarê Hesekê hemleyeke li dijî zewaca bi temenê biçûk bi daxuyaniyekê dest pê dike. Daxuyanî wê li navenda Ş.Metîn a taxa El-Miftî ya bajarê Hesekê wê were dayîn. Saet 17:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Yekitiya Ciwanên Suryan hewl dide çanda xwe ya ku bi hezaran salan ve ji aliyê pergalên dîkteror ve hatibû çewsandin jinûve vejîn bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Tenduristî ya Kantona Hesekê li bajaroka Til Tewîl navendeke tenduristî vedike. Saet 18:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Buroya Rêxistinan a Meclisa Sivil a Reqayê amadekariyên vekirina dibistanek taybet ji bo kesên ker û lal dike. Her wiha buroyê bang li rêxistinan kir ku destekê bidin herêmê di aliyê tenduristî û çandinî de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Vekirina 3 geracên veguhestina hundirîn û derve ji aliyê Şaredariya Gel a Reqayê ve barê welatiyan di veguhestina  navbera gundewaran, bajarokan û bajaran de sivîk kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cotkarên kantona Girê Spî dest bi çinîna hilberîna pembû kirin. Qadên ku îsal bi pembû hatine çandin 98 hezar dinom e. Ji ber hilberîna kêm cotkar nikarin lêçûnên xwe derxînin. Ji aliyê xwe ve aliyên têkildar sedema kêm hilberînê diyar kirin û soza çareseriyê û piştgiriyê didin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA