Ciwanên Suryan hewl didin çanda xwe vejînin

Yekitiya Ciwanên Suryan hewl dide çanda xwe ya ku bi hezaran salan ve ji aliyê pergalên dîktator ve hatibû çewisandin, ji nû ve zindî bike.

Ciwanên Suryan hewl didin çanda xwe vejînin
19 îlon, 2018   06:10

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Ji ber ku çîna ciwanan a herî girîng di civakê de ye û civak bi ciwanên xwe tê avakirin, ciwanên Suryan bi armanca vejandina çand û zimanê suryanî û zanakirina ciwanan, di 21'ê Kanûna 2013'an de Yekitiya Ciwanên Suryan ava kir.

Têkildarî mijara xebatên yekitiyê, endamê Desteya Têkiliyan a Yekitiya Ciwanên Suryan Ramî Îsa ji ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya yekitiya ciwanan di civakê de.

Ji bo pêşxistina ciwanan rêzeçalakî hatin organîzekirin

Ramî Îsa diyar kir ku armanca sereke ya yekitiyê pêşxistin û birêxistinkirina xebatên ciwanan di civakê de ye û tevlêkirina hejmareke zêde ji ciwanên Suryan di nava birêxistinkirin û zanebûnê de.

Îsa bi lêv kir ku ji destpêka avakirina yekitiyê ve, wan gelek çalakî di aliyê birêxistinkirin, rêveberî, xîtabet û parastinê, her wiha çalakiyên pêşbirk û hwd ji bo zarokan ji bo pêşxistina xebatên ciwanên Suryan di civak û bajarê xwe de, organîze kirin.

Ramî Îsa da zanîn ku çanda Suryanan di encama polîtîkayan de hate paşguhkirin û wiha pê de çû: “Ji bo çanda Suryan nayê windakirin ciwanên yekitiyê tev li şahî û cejnên ku pêkhateya Suryan li dar dixistin, bûn.” Ramî bi bîr xist ku wan tîmeke futbolê jî ava kiriye.

Endamê Desteya Têkiliyan a Yekitiya Ciwanên Suryan Ramî Îsa wiha pê de çû: "Çanda suryanî, keldanî û aşûrî têkilî gelek neteweyên Suryan, Aramî, Babilî, Aşûrî, Kenanî û Keldanî ne. Bi hezaran salan hatine çewisandin. Îro em wek Yekitiya Ciwanên Suryan hewl didin bi rêya ciwanan çand û şaristaniya xwe vegerînin, ji ber ku civak bi van taybetmendiyan bi pêş dikeve."

Îsa wiha domand: "Em dixwazin beşek mezin ji ciwanan zana bikin û çanda suryanî bi wan bidin nasîn û bi rêya wan belav bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Ramî Îsa ev tişt anî ziman: “Em ji gelê Sûriyeyê bi giştî û gelê Suryan bi taybet re dibêjin ku em wek ciwanên Suryan armanc dikin têkiliyên xwe bi meclisên MSD û hemû ciwanên Sûriyeyê re xurt bikin. Em hemû fikrên ciwanên civaka xwe dipejirînin. Em bang li hemû ciwanên Suryan dikin ku tev li refên ciwanên Suryan bibin û yekitiya ciwanan di civakê de xurt bikin."

(şx/kc)

ANHA