Li Kobanê navendeke din a Kongreya Star hate vekirin

Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên girêdayî jinan, rêxistina Konreya Star a Kobanê li gundên başûrê bajarê Kobanê navendeke xwe vekir.

Li Kobanê navendeke din a Kongreya Star hate vekirin
Li Kobanê navendeke din a Kongreya Star hate vekirin
Li Kobanê navendeke din a Kongreya Star hate vekirin
Li Kobanê navendeke din a Kongreya Star hate vekirin
Li Kobanê navendeke din a Kongreya Star hate vekirin
Li Kobanê navendeke din a Kongreya Star hate vekirin
Li Kobanê navendeke din a Kongreya Star hate vekirin
18 îlon, 2018   15:22

KOBANÊ

Navend li gundê Qeremezirê yê girêdayî bajaroka Til Xezalê ya başûrê bajarê Kobanê dikeve, bi şahiyekê hate vekirin.

Di şahiya vekirinê de, bi navê Kongreya Star Zehra Berkel axivî. Zehra vekirina navendê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinan pîroz kir.

Zehra tekez kir ku ev navend dê bibe cihê hemû jinan û di vê navendê de wê jin pirsgirêkên xwe çareser bikin.

 Piştî axaftinê, deriyê navendê ji aliyê dayîka şehîd Dilovan, Sebîha Bozan û dayîka şehîd Baz,  Temran Neesan ve hat vekirin.

Di dawiya şahiyê de govend hate gerandin

(ekip/kc)

ANHA