'Tirkiye û Rûsya hewl didin çeteyên Idlibê derbasî Efrînê bikin'

Endamê Komîteya Têkliyên Dîplomasiyê û siyasetmedar Salih Muslim got ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de lihevkirinek pêk hatiye û piştrast kir ku Tirkiye pilan dike komên terorîst ên li Idlibê derbasî Efrînê bike.

'Tirkiye û Rûsya hewl didin çeteyên Idlibê derbasî Efrînê bikin'
18 îlon, 2018   10:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Têkliyên Dîplomasiyê û siyasetmedarê Kurd Salih Muslim, di hevdîtinekê xwe bi ajansa me ANHA'yê re behsa rewşa dawî li Idlibê piştî civîna di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de kir û wiha got: "Der barê civîna Tirkiyeyê bi Tehranê re, yek ji rêzecivînên Astana bû û tenê di çarçoveyeke tektîkî de mabû û bi riya van civînan karibûn komên terorîst û îslamiyên radîkal tenê di cihekî de kom bikin."

Muslim da zanîn ku Îran û Rûsya hewl didin komên terorîst ên di Idlibê de tune bikin, lê Tirkiye li dijî van biryaran bû û ji ber vê yekê Rûsya hewl dide Îranê ji dosya Idlibê dûr bixîne. Axaftinên der barê êrîşa li dijî Idlibê de jî tenê di çarçoveyeke çapemenî de ma da ku civaka Sûriyeyê bixapînin. Di rastiyê de ti guhertin di rewşa Idlibê de pêk nehatiye. Di dawiyê de divê Rûsya û rêjîmê vê mijarê beriya ku girêkok dibe çareser bikin.

Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hevpeymanên nû hene

Muslim di berdewama axaftina xwe de got ku divê Tirkiye şerê Cebhet El-Nusra bike û bi vê yekê mijara Cebhet El-Nusra dê were çareserkirin û wiha domand: "Bila her kes armanca Tirkiyeyê di Sûriyeyê de nas bike, ti kes nizane Rûsya û Tirkiyeyê çawa hevûdu razîkirine. Lê em dizanin ku hevpeymanên nû di navbera wan de pêk hatine. Em bi hêvî ne vê carê jî Kurd nekevin nava bazara herdu aliyan. Eger herdu alî jî destdirêjiyên li ser berjewendiyên gelê me bikin bê guman bersiva me ya siyasî û leşkerî dê were dayîn."

Muslim destnîşan kir ku Rûsya eşkere ji Tirkiyeyê re dibêje: "Çawa ku we komên terorîst derbasî herêmên Sûriyeyê kirin, divê hûn ji Sûriyeyê derbixînin. Nemaze gelek ji wan biyanî ne, di hundirê Idlibê de bi cih bûne û di Tirkiyeyê re bi hevkariya MIT derbasî Sûriyeyê bûne."

Muslim da zanîn çareseriyek ji komên çete yên li Idlibê re tune ye, ji ber ku piraniya van koman biyanî ne û ne pêkan e siyaseta baskên kesk careke din li Idlibê guncaw be.

Beşdarnebûna Îranê di dosya Idlibê de nayê wateya ku ji Sûriyeyê vekişiya ye

Der barê vekişandina Îranê ji dosya Idlibê Muslim wiha anî ziman: "Îran beşdarî şerê rêjîmê li hemû deverên Sûriyeyê li dijî komên terorîst bû. Lê li Idlibê Rûsya û Tirkiye şer dikin. Eger Îran beşdarî vî şerî bibe bê guman dê para xwe bixwaze. Lê aliyên din hewl didin Îranê ji Sûriyeyê bi temamî derbixînin. Beşdarnebûna Îranê di dosya Idlibê de nayê wateya ku ji Sûriyeyê vekişiya ye. Çek û leşkerên Îranê di nava rêjîma Sûriyeyê de hene. Bê guman Îran dê xebatên xwe di nava rêjîma Sûriyeyê de bi awayekî veşartî berdewam bike.

Muslim got ku aliyên din weke Amerîka, Birîtanya û Fransa dosya Idlibê tenê di destên Rûsya û Tirkiyeyê de nahêlin, lê belê dê destwerdana xwe di mijara Idlibê de berdewam bikin û wiha da diyarkirin: "Doza Idlibê mijareke girîng e ji bo hemû aliyan e û dê li ku derê raweste ti kes nizane."

Tirkiye pilan dike komên terorîst derbasî Efrînê bike

Muslim da zanîn ku eger, komên terorîst ên li Idlibê çekên xwe deynin dibe ku çareseriyek ji Idlibê re pêk were, lê eger evan koman çekên xwe deneynin, bê guman rewş dê aloztir bibe û evan koman dê banga avakirina mîrnişîneke îslamî di Sûriyeyê de bikin û ev yek ne pêkan e were qebûlkirin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Eger evan koman ji Idlibê bêne derxistin gelo dê bi ku derê ve bêne şandin? Bê guman Tirkiye pilan dike ku van komên terrorist-çete derbasî Efrînê bike û em jî ti carî vê yekê qebûl nakin û em ê şerê wan bikin. Efrîn ji bo me çarenûs e û bê Efrîn jiyan nabe. Divê Efrîn were vegerandin û bi derbaskirina van komên terorîst rewşa ewlehiyê li Efrînê dê dijwartir bibe. Ev yek piştrast dike ku daxwaza Tirkiyeyê di çareserkirinê de tune ye."

Tirkiye bêyî erêkirina Rûsya nikare êrîşî deverên Bakurê Sûriyeyê bike

Salih Muslim di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku Tirkiye bêyî erêkirina Rûsyayê nikare êrîşî deverên ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatine rizgarkirin bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tirkiye di civîna xwe ya bera niha bi Pûtîn re eşkere xwest ku êrîşî deverên Bakurê Sûriyeyê bike. Tirkiyeyê ji Rûsyayê re gotiye ku alîkariya wê di dagirkirina Minbicê de bikin û ew jî dê doza Idlibê çareser bikin. Lê Rûsya nikaribû daxwaza Tirkiyeyê erê bike ji ber ku dosya Minbicê ne di destên wê de ye û ne pêkan e Tirkiye bi hêsanî êrîşî deverên rizgarkirî bike. Nemaze li van deveran QSD'ê û hêzên Koalîsyona Navnetwî bi cih bûne."

ANHA