Rûsya li hemberî 'kirinên Îsraîlê yên sorkirinê' mafê xwe yê bersivdayînê diparêze

Rûsyayê piştrast kir ku ew mafê xwe yê bersivdayînê li hemberî "kirinên Îsraîlê yên sorkirinê" diparêze, piştî ku balafireke wê hate xistin.

Rûsya li hemberî 'kirinên Îsraîlê yên sorkirinê' mafê xwe yê bersivdayînê diparêze
18 îlon, 2018   10:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov got ku pîlotên Îsraîlê bi zanebûn agahî der barê balafira Rûsyayê de veşartin û di encamê de li hemberî hêzên parastina ezmanî ya Sûriyeyê rû bi rû ma û kete xwarê û wiha got: "Ne pêkan bû ku dezgehên çavdêriya balafiran ên Îsraîlê û pîlotên F-16 balafira Rûsyayê dîtibin, ji ber ku balafir di bilindahiyeke 5 kîlometreyan de ber bi daketinê ve dihat. Tevî vê yekê jî ev kirinên xwe yên sorkirinê bi zanebûn dane meşandin."

Konaşenkov piştrast kir ku Îsraîlê fermandariya hêzên Rûsyayê di Sûriyeyê de agahdar nekir û tenê beriya deqeyekê agahî şandin û wiha domand: "Di encamê de me nikaribû balafir ber bi devereke ewle ve bişanda."

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ev sorkirinên Îsraîlê wek helwesteke dijminahî bi nav kir û diyar kir ku ev yek ne li gorî hevkariya di navbera Rûsya û Îsraîlê de ye û wiha anî ziman: "Em mafê xwe yê bersivdayînê diparêzin."

Artêşa Rûsyayê beriya niha ragihand ku balafireke wê li ezmanê Derya Spî winda bûye û di heman demê de Îsraîlê êrîşeke fûzeyî li dijî parêzgeha Laziqiyê pêk anî.

Di balafira Il-20 de 15 leşker hebûn û vedigeriya baregeha Himêmîmê.