Gelê Kobanê ji bo meşa mezin xwe amade dike

Ji bo Berxwedana Serdemê ya Efrînê, sibe li Kobanê dê meşek were lidarxistin.

Gelê Kobanê ji bo meşa mezin xwe amade dike
18 îlon, 2018   10:32

KOBANÊ

Li kantona Kobanê sibe dê meşek ji bo Berxwedana Serdemê û nerazîbûna li dijî kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê lidarxistin.  Meş dê li nêzî Peykera Jina Azad seat di 9:00’an de dest pê bike û dê ji gundên kantonê û şêniyên bajarê Kobanê başdar bibin.

Tê payîn ku di meşê de hejmareke mezin ji endamên rêveberiyê, endamên saziyên sivîl li kantonê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, her wiha Hêzên Parastina Civakî ji bo ewlehiya welatiyan amade bin. 

Meş bi dirûşma 'Xwedî li azadiya Efrînê derkevin' û ji aliyê TEV-DEM'ê ve tê lidarxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker piştî 58 rojan ji berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê, navenda bajarê Efrînê dagir kir.

(jo)

ANHA