QSD: Yekîneyên me ji bo rizgarkirina welatiyan bi baldarî tev digerin

Berpirsê Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê Mistefa Balî ragihand ku yekîneyên taybet ên QSD'ê ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl ên deverên pevçûnan bi baldarî tev digerin û got ku ev sedema sereke ya lawazbûna pêşveçûna QSD'ê di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê de ye.

QSD: Yekîneyên me ji bo rizgarkirina welatiyan bi baldarî tev digerin
18 îlon, 2018   06:49

DIYAR EHMO – EMAR EL-XELEF / DÊRAZOR

Berpirsê Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mistefa Balî li eniyên bajarokê El-Hecîn berîka herî dawî li rojhilatê çemê Firatê ya di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de, di hevpeyvîneke bi ajansa me ANHA'yê re diyar kir ku şervanên QSD'ê ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl bi baldarî tev digerin.

Balî destnîşan kir ku di çalakiyên rizgarkirina welatiyên sivîl de yek ji astengiyên rastî şervanan tên ew in ku çeteyên DAIŞ'ê welatiyan wek mertalên zindî bi kar tînin û wiha got: "Di du rojên destpêkê yên qonaxê de yekîneyên me yên taybet karibûn hejmareke mezin ji welatiyên sivîl û zarokan ji deverên pevçûnan rizgar bikin." Balî got ew welatî ber bi kampên koçberan ve tên şandin.

Balî li ser zimanê van koçberan jî diyar kir ku jiyana welatiyên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de di nava metirsiyan de ye û wiha domand: "Sedema lawazbûna pêşveçûna şervanan di vê qonaxa dawîn de ew e ku jiyana welatiyan biparêzin."

Mayinên çeteyan pêşveçûnê hêdî dikin

Balî got tîmên pispor ên bêbandorkirina mayinan li rex şervanan tev digerin, nemaze ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê hejmareke mezin ji mayinan li her derê çandine da ku rê li pêşiya pêşveçûna şervanan bigirin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Bêbandorkirina mayinan berpirsyariya rêxistinên mirovî ye û Meclîsa Sivîl a Dêrazorê tişta ku jê tê xwestin pêk tîne." Balî da zanîn ku konên kampa pêşwazîkirina koçberan ji aliyê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ve hatine vegirtin û tu alîkarî ji tu aliyan wernegirtine.

Berpirsê Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk Mistefa Balî di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku koordîne di navbera QSD'ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî de di astên herî jor de pêk tê.

ANHA