Jinên Şedadê... Di navbera duh û îro de

Mala Jinan a navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyeyê heta niha 600 dozên têkildarî jinan çareser kirine û ji ber ve yekê bûye meqseda jinên navçeyê.

Jinên Şedadê... Di navbera duh û îro de
Jinên Şedadê... Di navbera duh û îro de
18 îlon, 2018   06:52

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Şêniyên navçeya Şedadê bi hemû çîn û pêkhateyên xwe ji zilma DAIŞ'ê êş kişand û ji mafên xwe bê par man. Lê yên herî zêde zirar dîtiye jin in. Jin ji mafên kar û derketina ji malê mehrûm man û bûn girtiyên perdeya reş.

Piştî rizgarkirina QSD'ê navçeya Şedadê ji çeteyên DAIŞ'ê di Sibata 2016'an de, jinên Şedadê ji jinên mexdûr veguherîn jinên xwedî vîn û biryar. Her wiha li rex zilaman di hemû waran de xebitîn û xwe di komînan de bi rêxistin kir.

Yek ji saziyên ku yekser têkildarî karûbarên jinan û ji bo bidestxistina mafên xwe tê de dixebitin, Mala Jinan e.

Mala Jinan a navçeya Şedadê di 2'yê Adara 2017'an de hate vekirin. Ji 5 endamên jin pêk tê. Jê 2 endamên Komîteya Lihevanînê ne û pirsgirêkên girêdayî jinsn çareser dikin.

Ji destpêka vekirina navendê ve nêzî 750 doz pêşwazî kirine û heta niha 600 doz ji wan dozan bi hewldanên xwe çareser kirin.

Jinan îsbat kir ku dikarin civakê bi rê ve bibin

Têkildarî mijarê endama rêveber a Mala Jinan Emîre El-Seîd wiha got: "Jinan ji ber DAIŞ'ê gelek êş kişandin. Jinan tenê zarok xwedî dikirin. Lê niha û piştî rizgarkirina navçeyê jin li rex mêran di hemû warên siyasî û rêveberî de dixebitin. Her wiha îsbat kir ku dikare civakê bi rê ve bibin." 

Her wiha Emîre diyar kir ku heta niha 600 doz bi razîbûnê çareser kirine û piraniya dozên ku çareser kirine girêdayî jinan in.

Emîre destnîşan kir ku dozên ku bi gelek hewldanan neyên çareserkirin ji dadgehê re tên şandin.

Di dawiyê de Emîre armancên Mala Jinan destnîşan kirin û wiha pê de çû: "Gengazkirina jinan ji bo vegerandina mafên xwe û mîsogerkirina tevlêbûna wê bi awayekî azad û serbixwe di avakirina civakê de ji armancên sereke yên malê ne."

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Emel Cebir a ji Til El-Cayir a girêdayî navçeya Şedadê spasiya Mala Jinan kir û rola wê di bidestxistina mafên jinan de tekez kir.

(şx)

ANHA