Ji ber binpêkirinên DAIŞ`ê şêniyên Hecînê di nav karesatê de ne

Hejmerek ji şêniyên bajarokê Hecîn ku ji bajarok reviyan û xwe gihand deverên ku QSD`ê rizgar kirine, diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê şêniyên bajarok wek mertalên zindî bi kar tînin.

Ji ber binpêkirinên DAIŞ`ê şêniyên Hecînê di nav karesatê de ne
Ji ber binpêkirinên DAIŞ`ê şêniyên Hecînê di nav karesatê de ne
Ji ber binpêkirinên DAIŞ`ê şêniyên Hecînê di nav karesatê de ne
Ji ber binpêkirinên DAIŞ`ê şêniyên Hecînê di nav karesatê de ne
Ji ber binpêkirinên DAIŞ`ê şêniyên Hecînê di nav karesatê de ne
Ji ber binpêkirinên DAIŞ`ê şêniyên Hecînê di nav karesatê de ne
18 îlon, 2018   06:37

EMMAR EL-XELEF-DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Ji bo tunekirina bargeha herî dawî ya DAIŞ`ê li gundewarên Dêrazorê li bajarokê Hecîn, QSD`ê pêngava Bagera Cizîrê bi navê Pêngava `Şerê Tunekirina Terorê` ji nû ve dest pê kir. Bi pêşketinên QSD`ê re ji gelek baskan ve bi dehan şêniyên Hecîn reviyan û berê xwe da deverên ku QSD`ê rizgar kirine.  

Hejmarek sivîlên ku ji Hecînê reviyane ji ajansa me re axivîn. Welatiyan tekez kir ku rewşa sivîlan li Hecînê ji ber binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê karesat e.

Her wiha welatiyan destnîşan kir ku çeteyan ji bo rê li ber derketina welatiyan û pêşketinên QSD`ê bigirin, girên axî di nav bajarok de ava dikin û li derdora bajarok mayinan diçînin.

Têkildarî mijarê niştecihê bi navê M.T. diyar kir ku bajarokê Hecîn ji ber qutbûna madeyên xwarinê û ava vexwarinê di nav karesateke mirovî de ye. Çeteyan xwarin ji xwe re depo kiriye û nahêlin şênî avê ji çemê Firatê bînin. Her wiha tekez kir ku 2 zarok ji ber birçîbûnê mirine.

M.T. got çeteyan gelek tunel di nav bajarok de kolandine, tevî malên sivîlên ku reviyane piraniya tunelan mayin kirine. Bi vî awayî hewl didin reva sivîlan asteng bikin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Hisên El-Ebdullah tekez kir ku çeteyan bi zanebûn darvekirinên meydanî di herheqê sivîl û heta endamên xwe de ku dixwestin birevin, pêk tînin.

El-Ebdullah destnîşan kir ku li bajarok ji ber talankirina çeteyan li dermanxane û navendên tenduristiyê derman kêm bûne û heta xwarin û av jî kêm bûne.

(şx)

ANHA