Bi nêzîkbûna zivistanê re azarên koçberan zêde dibin

Koçberên kampa Eyn Îsayê bi nêzîkbûna zivistanê re azarên wan zêde dibin ji ber wê bang li rêxistinên mirovî kirin ku alîkariya pêwîst ji wan re pêşkeş bikin. 

Bi nêzîkbûna zivistanê re azarên koçberan zêde dibin
Bi nêzîkbûna zivistanê re azarên koçberan zêde dibin
Bi nêzîkbûna zivistanê re azarên koçberan zêde dibin
Bi nêzîkbûna zivistanê re azarên koçberan zêde dibin
Bi nêzîkbûna zivistanê re azarên koçberan zêde dibin
Bi nêzîkbûna zivistanê re azarên koçberan zêde dibin
18 îlon, 2018   05:53

TIRKÎ EL-KALIT/GIRÊ SPÎ

Nêzî 13 hezar koçberên Reqa, Dêrazor û hindek bajarên Sûriyeyê li kampa Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê  bi cih bûne. 2 hezar û 700 kon lê hatine vedan, lê hezar û 300 kon ji ber rewşên hawayê telef bûne.

Rêveberiya Kampa Eyn Îsayê bi derfetên heyî nêzî 600 çadir guhertin. Lê hîna jî pirsgirêk çareser nebûye.

Bi nêzîkbûna zivistanê koçberên kampê ji ber dubarekirina bûyerên zivistana berê ditirsin. Koçberan diyar kirin ku sala borî ji ber telefbûna konan av derbasî konên wan bûn.

Her du koçberên kampê Hemûd El-Tayib û Ehmed El-Salih bang li rêxistinên mirovî û aliyên têklidar kirin ku tiştên ku wan ji baranê biparêzin û dîwarên ji çemento li derdora konan çêbikin, da ku av derbasî konan nebe.

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê kampa Eyn Îsayê Celal El-Eyaf destnîşan kir ku ji bo çareserrkirina vê pirsgirêkê û peydakirina pêdiviyên zivistanê yên wekî betanî û isfinc, gelek daxwazname ji rêxistinên ku li kampê kar dikin re pêşkeş kirin.

El-Eyaf diyar kir ku wan daxwaznameyek din jî bo sotemenî pêşkeş kirine. Lê El-Eyaf çarenûsa wan daxwaznameyan eşkere nekir ger wê çareser bibe, lê na.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku rêveberiya kampê bi hevkariya yek ji rêxistinên ku li kampê kar dikin di zivistana borî de 3 hezar sobe li koçberan belav kirine.

(şx)

ANHA