Çeteyên El-Nusra çeteyên Feyleq El-Şam li Dêrbelûtê kuştin

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) êrîşî benda kontrolê ya çeteyên Feyleq El-Şam li gundê Dêrbelûtê ya navçeya Cindirêsê kirin. Di encamê de şer di navbera wan de rû dan û hemû çeteyên li benda kontrolê hatin girtin û piştre hatin gulebarankirin.

Çeteyên El-Nusra çeteyên Feyleq El-Şam li Dêrbelûtê kuştin
18 îlon, 2018   06:19

EFRÎN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) û çeteyên Feyleq El-Şam de li benda kontrolê ya gundê Dêrbelûtê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê şer û pevçûnên dijwar rûdane. Pevçûn çend saetan dom kir û di encamê de El-Nusra hemû çeteyên li ser benda kontrolê girtin û piştre gulebaran kirin.

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin ew e ku ev benda kontrolê di bin serweriya El-Nusra de bû û li gorî lihevkirineke demkî radestî Feyleq El-Şam hatiye kirin. Piştî ku El-Nusra xwest ku serweriya xwe li ser benda kontrolê vegerîne, Feyleq El-Şam nexwest benda kontrolê radestî wan bike û li ser vê yekê El-Nusra êrîşî benda kontrolê kir û hemû endamên li vir kuştin.

Di encama van pevçûnan de li gund tevliheviyeke mezin derketiye û gelek komên çete û artêşa Tirk kom dibin.

ANHA