Di Şerê Tunekirina Terorê de, serçeteyek hate girtin

Şervanên QSD`ê li eniya Baxozê serçeteyê bi navê Ehmed Ehmed ê ku bi navê Ebû Hacir El-Şamî tê nas kirin, girtin.

Di Şerê Tunekirina Terorê de, serçeteyek hate girtin
18 îlon, 2018   05:33

DÊRAZOR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê diyar kir ku li eniya Baxoz ku şer didome, hêzên QSD`ê serçeteyê teror ê bi navê Ehmed Ehmed Seîd ê ku bi navê Ebû Hacir El-Şamî tê naskirin girtin.

Li gorî navenda ragihandina QSD`ê, serçeteyê ku bi navê Ebû Hacir El-Şamî tê naskirin, bi eslê xwe ji bajaroka El-Biza ya girêdayî bejahiya bajarê Babê ye.

Pêngava dawî ya Bagera Cizîrê ku bi Şerê Tunekirina Terorê hate binavkirin, di 11`ê Îlonê de hate destpêkirin û berê şervanên QSD`ê bajaroka Hecîn e.

(kc)

ANHA