Fermandarekî QSD‘ê:  17 çete li gundê Baxoza Jorîn hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ‘ê li gundê Baxoza Jorîn derbeyên giran xwarin, hate gotin ku 17 çete hatin kuştin û erebeyên wan ên hatin rûxandin.

Fermandarekî QSD‘ê:  17 çete li gundê Baxoza Jorîn hatin kuştin
17 îlon, 2018   19:03

DÊRAZOR

Li gundê Baxoza Jorîn  di van kêliyan di şerên dijwar di navbera şervanên QSD çeteyên DAIŞ‘ê didome. Fermandarekî meydanî yê QSD‘ê diyar kir ku 17 çete hatin kuştin û erebeyên wan ên leşkerî hatin rûxandin.

Tîmên rakirina mayînan ên girêdayî QSD‘ê 60 mayîn ku çeteyan bi cih kiribûn, bê bandor kirin.

Li aliyekî din, navenda Ragihandinê ya QSD‘ê diyar kir ku di vî şerî de şervanekî wan gihişte şehadetê û 3 jî birîndar bûn.

(ekîp/bb)

ANHA