Tebqa cangoriyên azadiyê yên meha Îlonê bi bîr anîn

Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê merasîmê biranîna 28 şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên di meha Îlonê de şehîd bûne li dar xist.

Tebqa cangoriyên azadiyê yên meha Îlonê bi bîr anîn
Tebqa cangoriyên azadiyê yên meha Îlonê bi bîr anîn
Tebqa cangoriyên azadiyê yên meha Îlonê bi bîr anîn
Tebqa cangoriyên azadiyê yên meha Îlonê bi bîr anîn
Tebqa cangoriyên azadiyê yên meha Îlonê bi bîr anîn
Tebqa cangoriyên azadiyê yên meha Îlonê bi bîr anîn
Tebqa cangoriyên azadiyê yên meha Îlonê bi bîr anîn
Tebqa cangoriyên azadiyê yên meha Îlonê bi bîr anîn
Tebqa cangoriyên azadiyê yên meha Îlonê bi bîr anîn
17 îlon, 2018   19:26

TEBQA

Meraîm li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan ta taxa Sanî hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên herêmê, di nav de Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Hind El-Elî û Şiyar Mihemed, fermandarên QSD û Hêzên Ewelkariya Hindirîn û bi dehan malbatên şehîdan ên bajaroka Cirniya û Mensûra tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê şêniyên li ser gorên şehîdan find pêxistin.

Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Emîna Ebdulrezaq axivî û ev tişt anî ziman: " Şehîdên me di temenê buharê de şehîd bûn, di dilê me mohreke hiştin, her zaroeke, ciwanek û jineke qala dike. Van şehîdan di oxira belavkirina aşîtî û hezkirinê di navbera hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê de şehîd bûne."

Emîna soza şopandina xeta şehîdan da.

Hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Elî Xalid jî aixîv û got: "Silava aşîtiyê ji bo giyanên van şehîdan, şehîdên ku xwîna di ber xaka vî welatî de erzan dane, mabatên xwe hiştin da ser şopa azadiyê. Bi navê hêzên parastinê em soz didin şehîdên xwe ku em ê destkeftiyên wan biparêzin."

Ji aliyê xwe de, Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Cemal El-Nihêtir jî hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got: "Şehîd riya me ronî kir û zulam tarî li ser me rakirin."

Hevseroka Meclisa Sivîl a Tebqayê Emîra Hemo jî îşaret bi malbatên şehîdan kirin û got xwîna şehîdan wê li erdê nemîne.

Axaftina dawî ji aliyê Serokê Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê Musena Ebdulkerîm ve hate kirin. Musena got: "Şehîd sembolên fededarî û berxwedanê ne, benda xwe ji bo me dikin pira ber bi azadiyê ve."

Di dawiya merasîmê de belgefîlmeke li ser kurtejiyana şehîdan hate nîşandan.

Şehîdên Tebqa yên meha Îlonê ev in:

Mihemed El-Dûş (El-Heneş), Mihemed El-Ibrahîm (Qelib El-Esed), Taha El-Hîlal (Qehreman), Xalid Îlêwî (Ebû Elî), Îbrahîm El-Şamî (Îbrahîm Reqa), Îbrahîm Hec Mehmûd (Amerîkî), Xesan Qiblawî (Ebû Yûsif), Mihemed Hisên El-Mûsa (Mihemed), Eebdulrehman El-Derwîş (Zinar).

Şehîdên Cirniyê jî ev in:

Mihemed Hemûd (Mehmûd Reqa), Hemaşî Hemaşî (Hemaşî), Mehmûd Şilal (Mehmûd Şilal), Ehmed Hecî Hemûd (Heqî Mebrûk).

Şehîdên bajarê Reqayê

Ebdulselam Lûey (Ebdulselam), Ebdulrehamn El-Necim (El-Neşmî), Îbrahîm Şihab (Kenkî), Elî Ebdo (Ebû Mihemed), Mihemed Xelef (Mihemed Reqa), Elî Ilêwî El-Faris (Feroce), Elî El-Ebdullah (Elî), Cemal Ecê (Cemûl El-Suxnî), Ehmed El-Mifdî (Ehmed), Îsmaîl El-Nayif (Îsmaîl), Mihemed El-Qasim (Ebû Îsa), Deham El-Esed (Ebû Silêman), Mûsa Siweyî (Ebû Îbrahîm), Ebdulmecîd El-Mehmûd (Ebû Esed) û Mihemed Ehmed El-Hemûd (Mihemed)

ANHA