Bagera Cizîrê, li gundê Baxoza Jorîn şer giran e

Li gundê Baxoza Jorîn şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de diqewimin.

Bagera Cizîrê, li gundê Baxoza Jorîn şer giran e
17 îlon, 2018   18:33

DÊRAZOR

Qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" ku ji aliyê QSD‘ê ve hatî destpêkirin bi pêşveçûnên şervanan didome.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ajansa me ANHA‘yê yê ku pêngava dişopîne, di van kêliyan de, li gundê Baxoza Jorîn şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê rû didin.

Çeteyên DAIŞ‘ê di şer de fûzên germî bi kar tînin.

Nuçegihanê me destnîşan kir ku şervanên QSD‘ê sekvanekî DAIŞ‘ê kuştin û bargehên wan rûxandin.

(ekîp/bb)

ANHA