Pêkhateyên Hesekê ji bo azadiya Ocalan li qadan bûn

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Pêkhateyên Hesekê ji bo azadiya Ocalan li qadan bûn
Pêkhateyên Hesekê ji bo azadiya Ocalan li qadan bûn
Pêkhateyên Hesekê ji bo azadiya Ocalan li qadan bûn
Pêkhateyên Hesekê ji bo azadiya Ocalan li qadan bûn
17 îlon, 2018   17:21

HESEKÊ

Bi pêşengtiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî, bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên wê beşdarî meşê bûn.

Meş ji çerxeriya Sînalko ya taxa Til Hecer ber bi çerxeriya Şehîd Serhed a taxa Miftî ve dest pê kir. Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina "Hêzên kompoger" û daxwaza azadiya Ocalan beriz dikin.

 Li aliyekî din jî komên zarokan ên navenda Çand û Hunera Xabûr li gel lêdana defê û berizkirina ji ber navneda dest bi meşê kirin.

Her du meş li çerxeriya Şehîd Serhed bûne yek.

Meş li çerxeriya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê, li vir rêveberê Hêzên Parastina Civakî Hûsam El-Elî axivî û rola felsefeya Netewa Demokratîk a ku Ocalan pêşkêş kiriye silav kir û destnîşan kir ku ev felsefa bingeha çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

El-Elî, bang li rêxitinên mafên mirovan kir ku xwedî li erka xwe derkevin û fişarê li Tirkiyeyê bikin da ku Ocalan azad bike.

Mîtîng, bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Efrîn û Îmralî bi dawî bû.

ANHA