Putîn û Erdogan li ser avakirina herêmeke bêçek li hev kirin

Pûtîn û Erdogan li hev kirin ku herêmeke bi berfirehiya 15-20 kîlometre ya bêçek were avakirin .

Putîn û Erdogan li ser avakirina herêmeke bêçek li hev kirin
17 îlon, 2018   17:32

NAVENDA NÛÇEYAN 

Îro Serokkomarê Tirk Receb Tayyîp  Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn li Soçiyê li hev civiyan, piştre jî şandeyên Rûs û Tirk civiyan û civîna bidawî bû.

Piştî rûniştinê Putîn daxuyaniyek da û got, ''Herêmeke bi berfirehiya 15-20 kîlometreyî ya bêçek wê were avakirin'', Erdogan jî got, ''Li Idlibê wê herêmeke bêçek were avakirin''

Putîn ê ku gotî wê herêmeke bêçek a bi berfirehiya 15-20 kîlometreyî were avakirin, diyar kir, îro bi taybetî bi berfirehî li ser lêgerîna çareseriyê ya Sûriyê rawestiyane û domand, ''Em Rûsya û Tirkiye ji bo çareseriya krîza li Sûriyê û li ser rewşa Idlibê axivîn. Me rêkeftinên girîng dane ber xwe. Me endîşeyên Rûsya, talokeya êrîşê ya şervanên Idlibê bi berfirehî me nirxand û me biryar li ser wê da ku heta 15'ê Cotmehê bi qasî 15-20 kîlometreyan xeta têkiliyê deynin. Nusra wê ji wê herêmê were vekişandin, komên muxalîf jî bi çekên giran wê vekişin.''

Putîn got, ''Rûsya û Tirkiye li ser têkoşîna dijî terorê biryardariya xwe nîşan dan. Li gorî me bicihanîna biryarên ku hatine standin, wê pêvajoya Sûriyê geştir bike' û diyar kir bilezbûna hevdîtinên Cinêvê wê keda xwe li aştiya Sûriyê bike.

Erdogan: Wê herêmeke bêçek were avakirin

Serokkomarê Tirk Erdogan jî got li Idlibê wê herêmeke bêçek were avakirin û 'muxalîf' jî li herêma xwe bimînin.