Akademiya Şehîd Siyamend dewreya 5‘emîn bi dawî kir

Li Akademiya "Şehîd Siyamend" ya Yekîneyên Displînên Leşkerî ya navçeya Eyn Îsayê dewreya pêncemîn a bi navê "Şehîd Sidqî Kobanê" qediya.

Akademiya Şehîd Siyamend dewreya 5‘emîn bi dawî kir
17 îlon, 2018   16:10

GIRÊ SPÎ

Li Akademiya Şehîd Siyamend a Yekîneyên Displînên Leşkerî ya navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî dewreya pêncemîn a 40 endamî  bi dawî bû.

Dewreya perwerdeyê  ku bi navê Şehîd Sidqî Kobanê hatibû bi rêxistinkirin 60 rojî berdewam kir, tê de waneyên leşkerî û fikirî hatin dîtin.

Bi armanca qedandina dewreyê merasîmeke hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgaritinê dest pê kir. Endamên perewrdeyê sonda leşkerî xwarin.

Ji fermandarên Akademiyê Şahîn Abdullah axivî û qedandina dewreyê li endaman pîroz kir û daxwaz kir ku li gorî berpirsyariya ji wan tê xwestin bin.

Di dawiya merasîmê de xelekên dilanan li ber stranên şoreşgerî hatin gerandin.

ANHA