‘Armanca Tirkiyê ya dagirkirina Efrînê têkbirina projeyên demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye‘

Şêniyên Til Birakê tekez kirin ku Efrîn dê rizgar bibe û fikr û felsefeya Ocalan dê li Rojhilata Navîn belav bibe.

‘Armanca Tirkiyê ya dagirkirina Efrînê têkbirina projeyên demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye‘
17 îlon, 2018   14:24

ŞIHAB EL-EHMED/QAMIŞLO

Ciwanên navçeya Til Birak a kantona Qamişlo yên tev li meşa piştgriya bi gelê Efrînê re bûne, destnîşan kirin ku ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyeyê ew amade ne.

Welatiyê bi navê Mihemed Mihemed ê ji navçeya Til Birakê got, ew îro ji bo piştgiriya gelê Efrînê dimeşin û dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyeyê şermezar kir û wiha domand: "Ciwanên me ji bo parastina xaka Rojava ji dagirkeriya Tirk amade ne."

 ‘Em Efrîn nadin û em ê bi cane xwe feda bikin‘

Têkildarî heman mijarê jina ciwan bi navê Letîfe Ehmed El-Hac a ji bajarokê Til Hemdî ye got: "Ji bo şehîdên xwe û ji bo bi yekrêzî li dijî komployan bisekinin em îro dimeşin."  

Letîfa silogana 'Em Efrîn nadin û em ê bi canê xwe feda bikin‘ berz kir.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Ehmed El-Elo yê ji bajarokê Til Hemdî ye got: "Em ji tevahiya cîhanê re dibêjin Efrîn dê rizgar bibe û fikr û felsefeya Rêber Ocalan dê li Rojhilata Navîn belav bibe. Ehmed diyar kir ku armanca Tirkiyê ya dagirkeriyê têkbirina fikra netewa demokratîk e."

Her wiha Ehmed tecrîdkirina ku dewleta Tirk li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye şermzar kir û got: "Bê seroka jiyan nabe."

(şx)

ANHA