Li Reqayê derbe li şaneyên veşartî hatin xistin

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê bi daxuyaniyekî encamên operasyonên li dijî hucreyên veşartî yên DAIŞ‘ê aşkera kirin û destnêşn ku hêzên wan gelek çete girtin û çek û cebilxaneyên wan desteser kirin.

Li Reqayê derbe li şaneyên veşartî hatin xistin
Li Reqayê derbe li şaneyên veşartî hatin xistin
Li Reqayê derbe li şaneyên veşartî hatin xistin
17 îlon, 2018   14:11

REQA

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn ev agahî hatin parve kirin:

"Îstîxbarata me ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hindirîn a herêma Reqayê di çarçoveya çalakiyên li dijî şandeyên veşartî yên DAIŞ‘ê de gelek çek û cebilxane desteser kirin.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Giştî ya Îstîxabata, wan agahî der barê tevgera şaneyên terorîst li rojavayê bajarê Reqayê de girtine, bi taybet li ser riya di navbera Cezra û Mezreya Hetîn de, li ser van agahiyan plan ji aliyên hêzên me ve hatin kirin, di encamê de gelek endamên şandeyên veşartî hatin girtin û miqdareke çek û cebilxane ku ji bo hedefgirtina sivîl û leşkerên Reqayê hatibû amadekirin, hatin desteserkirin.

Çekên hatin desteserkirin ev in;

50 topên RPG û çeka Trigger

68 heşweyên li dijî mertalan

53 kemomeyên parastina ji madeyên kîmyewî

4 heşweyên  eich pesh 9

15 kg semada ji bo çêkirina bombeyan."

ANHA