Dewreya sêyemîn a pîşeyî ya ciwanan bi dawî bû

Navenda Pêşketin û Ciwanan a girêdayî Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê sêyemîn dewreya pisporî û pîşeyî ji bo ciwanan bi beşdarbûna 64 endaman bi dawî kir.

Dewreya sêyemîn a pîşeyî ya ciwanan bi dawî bû
Dewreya sêyemîn a pîşeyî ya ciwanan bi dawî bû
Dewreya sêyemîn a pîşeyî ya ciwanan bi dawî bû
17 îlon, 2018   12:45

QAMIŞLO

Bi armanca bidawîkirina bêkariya di nava ciwanan de Komîteya Pêşketin û Ciwanan a herêma Cizîrê dewreya pisporî û pîşeyî ji bo ciwanan li bajarê Qamişlo vekir. Pîşeyên ku tê de hatin dayîn wiha ne: Kar li ser kompîtur û bernameya ICDL, sererastkirina televîzyonan, fêrbûna karê berberan û dirûnkariya jinan û zilaman.

64 ciwanên ji bajarê Qamişlo tev li dewreyê bûn ku 35 jinan jî cihê xwe tê girt û dewreyê 2 mehan ajot.

Di merasîma bidawîkirinê de hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê Hemrîn Elî û hevserokên Navenda Pêşketin û Ciwanan Rênas Şemdîn û Henan Mûrad amade bûn. Hemrîn Elî axivî û bidawîkirina perwerdeyê pîroz kir.

Hemrîn da xuyakirin ku armanca van dewreyan, birêxistinkirina ciwanan û kêmkirina bêkariya di nava ciwanan de ye ku bikarin kar bibînin û di nava civakê de çalak bin û berpirsyariya tê ser milê wan pêk bînin.

Her wiha hevseroka Desteya Werzîş û Ciwanan Hemrîn Elî û hevserokên navenda pîşeyî û pisporiyê Rênas Şemdîn û Henan Murad bawername li endamên perwerdeyê belav kirin.

(jo)

ANHA