Hûsiyan fûzeyeke balîstîk avêtin hêzên Koalîsyonê

Hêzên Hûsî li berava rojavayê Yemenê fûzeyeke balîstîk avêtin kombûneke hêzên girêdayî Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê.

Hûsiyan fûzeyeke balîstîk avêtin hêzên Koalîsyonê
17 îlon, 2018   11:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala El-Mesîra ya girêdayî koma Ensarullah El-Hûsî li ser navê çavkaniyeke leşkerî ragihand ku hêzên Hûsî li berava rojavayê Yemenê fûzeyeke palîstîk avêtine kombûneke hêzên girêdayî Koalîsyona Erebî. Çavkaniyê leşkerî der barê ziyanan de agahî nedan. Her wiha nûçe ji aliyê Koalîsyona Erebî ve jî nehatiye piştrastkirin.

Koma Ensarullah El-Hûsî beriya niha jî êrîşeke mezin li dijî baregehên artêşa Yemenê li bajaroka Heyfan a başûrê bajarê Tehizê pêk anîn û di encamê de serweriya gelek deveran kirin.