Cenazeyê şehîdê Şerê Tunekirina Terorê hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên gundewarên rojavayê Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD`ê ku di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" de li dijî çeteyên DAIŞ`ê şehîd bû, li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade ya gundê Ebû Xeşeb, oxir kir.

Cenazeyê şehîdê Şerê Tunekirina Terorê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîdê Şerê Tunekirina Terorê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîdê Şerê Tunekirina Terorê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîdê Şerê Tunekirina Terorê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîdê Şerê Tunekirina Terorê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîdê Şerê Tunekirina Terorê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîdê Şerê Tunekirina Terorê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîdê Şerê Tunekirina Terorê hate oxirkirin
17 îlon, 2018   11:04

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundewarên rojavayê Dêrazorê û saziyên civaka sivîl û leşkerî tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Zêdan Abdulrehman (Ûsama) bûn ku di 15`ê Îlonê de di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" de şehîd bûbû.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate lidarxistin. Paşê bi navê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Merwan El-Fetîh axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got armanca şehîdan ew e ku bigihîjin azadiyê û gelê bindest rizgar bikin. El-Fetîh di axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta azadî û serkeftinê da.

Her wiha bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal axivî û diyar kir ku her çi bobêjin jî lê mirov nikare bi axaftinan mezinbûna şehîdan bîne ziman.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê yek ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşm û tilîliyan de hate oxirkirin.

(bx)

ANHA