Diravê Tirkiyeyê careke din dadikeve

Li gorî malpera Bloombergê diravê Tirkiyeyê di alûgoriyên îro de careke din berbiçav dadikeve û li rex wê dirav di bazaran de kêm bûye û ziyanên diravî di bazarên nûjen de berdewam dibin.

Diravê Tirkiyeyê careke din dadikeve
17 îlon, 2018   10:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro diravê Tirkiyeyê di alûgoriya bi dolar re serê vê sibê  6.2575 lîre li hemberî dolarekê bû, ango rêjeya wê ji dema rûniştina dawî ve hatiye girtin, derket ji sedî 1.43. li gorî Bloombergê danûstandina alûgoriyê îro li Stenbolê gelekî lawaz bû.

Daketina nirxê diravî ya Tirkiyeyê piştî ku di hefteya borî de bi qasî ji sedî 4 derket, piştî biryara bankaya navendî ya Tiriyeyê ya rakirina qezenciyê bi qasî 625 nuqteyan da ku daketina lîre were rawestandin, pêk hat.

Lîreyê Tirkiyeyê îsal bi qasî ji sedî 40 daket û metirsiya girsbûna diravî li welat zêde bûye. Nemaze li rex nakokiyên di navbera Enqere û Washingtonê de û ji ber destwerdanên Tirkiyeyê li herêmê.